Lîwa Hisên Mensûr şehîd bû

31-01-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Fermandarê Fermandeya Hêzên Piştevaniya 2 ya Hêzên Pêşmerge Lîwa Hisên Mensûr di şerê li dijî DAIŞê de şehîd bû.

Li gorî zanyariyan, Lîwa Hisên Mensûr Fermandarê Fermandeya Hêzên Piştevaniya 2 ya Hêzên Pêşmerge li eniya Germesêr a nêzîkî Celewlayê di şerê li dijî çekdarên DAIŞê de canê xwe ji dest da.

Rêveberê Polîsên Derdora Kerkûkê  Emîd Serhed Qadir ji bilî piştrastkirina wê nûçeyê, ji Rûdawê re ragihand: “Îro ew fermandar bi guleya nîşançiyekî canê xwe ji dest da.”

Herwiha di êrişa duhî ya çekdarên DAIŞê li ser başûrê Kerkûkê de, Fermandarê Lîwaya 1ê ya Hêzên Pêşmerge Emîd Şêrko Şiwanî jî şehîd ket.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst