Vê carê sermayê canê wan stand ne pasdar û leşkeran!

31-01-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Pîranşar (Rûdaw) – Du welatiyên kurd ên Rojhilatî, ku bi piştan bar dikişandin û kolberî dikirin, li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan.

 

Kolberên kurd dîsa jî li ser sînor jiyana xwe ji dest dan lê vê carê ne bi fîşekên pasdarên îranî û leşkerên tirk lê bi ji ber serma û seqemê can dan.

 

Li gorî malpera KurdPayê, roja 29ê Çileya îsal li devera sînorî ya bi navê Kaniya Xwedê li nêzîkî bajarê Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê 2 kolberên kurd ku bar dabûn pişta xwe û dixwestin derbasî aliyê Başûr bibin, ji ber sermayê diqefilin û can didin.

 

Li gorî nûçeyê, navê yek ji wan kolberan Îbrahîm Mihemedzade (40 salî) û navê yê din jî Îbrahîm Paymerd (27 salî) bû ku her du jî zewicî bûn û zarokên wan hene.

 

Îbrahîm Mihemedzade ji gundê Şêlim Caran û Îbrahîm Paymerd jî ji gundê Xorîncê yên Pîranşarê bûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst