Çaremîn kongreya YNKê hat paşxistin

Silêmanî (Rûdaw)- Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) biryara paşxistina çaremîn kongreya YNKê da, ku biryarbû îro hatibe lidarxistin.

Encûmena serkirdatiya YNKê ji doh (30.01.2014) li mala Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî dest bi civînên xwe kiribû îro ew civîn bidawî hat û daxuyaniyek derbarê biryarên ku hatin dayîn hat belavkirin.

Di daxuyaniyê de hatiye ku civînê biryara paşxistina çaremîn kongreya YNKê bo demek nediyar da, herwih encûmena serkirdatiyê berpirsiyariya vê biryarê xiste stûyê xwe.

Herwih di daxuyaniyê de amaje hat kirin ku dê çaremîn kongireyê YNKê di demek guca de bê lidar xistin.

Ji aliyek din vê, biryare îro piştî nîvro polîtburo, encûmena serkirdatiyê û encûmena navendî ya YNKê li  baregeha polîburoya YNKê bicvin, bo gotûbêjkirina biryara paşxtistina kongreyê YNKê.

Doh pêncşemê jî Polîtburoya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) biryar da, hevjîna Talebanî, Hêro Îbrahîm û her du cîgirên wî, Kosret Resûl û Berhem Salih li şûna wî wek sekreterên YNKê tevbigerin.