Xiristiyan û Aşûriyên Qamişlo hêzek ji xwe re ava kirin

Hewlêr (Rûdaw)- Xiristiyan û Aşûriyên li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hêzeke taybet bi xwe bi navê Sotoro damezrandin û hinek ji hêzên rejîma Sûriyê jî di nava vê hêzê de hene.

Cîgirê Sekreterê Rêxistina Aşûrî li Qamişlo Dr. Melek Yeqûb ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku “Ti hêzên çekdar ser ên bi Aşûr û Xiristiyan ve nînin, lê me yekîneyên parastinê bi navê Sotoro damezarndiye da taxên ku Aşûrî û Xiristî tê de hene biparêze.”

Çekên di destê hêza Sotoro de heta niha tenê çekên sivik in, tevî 3 otombêlan jî ku di dest wan de hene.

Yek ji berpirsên hêza Sotoro ji ofîsa xwe li bajarê Qamişlo ragihand ku wan dest bi çalakiyên xwe li nava bajêr kirine û hêvî xwest ku karibin li navçeyên din ên “parêzgey Hesekê” çalakiyên xwe bikin herwiha got ku ew hemû aliyan diparêzin û di nav wan de Aşûrî û Xiristiyan jî.

Ji bilî hêza Sototro niha hêzên ewlekariyê yên rejîma Sûriyê, Hêzên Parastina Niştimnaî (ya ser bi rejîmê ve) û Yekîneyên Prastina Gel ya ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve li bajarê Qamişlo hene.