Qeladize: Ji encama bûyereke tirafîkê 2 kesan jiyana xwe ji destdan

31-01-2014
A+ A-


Qeladiz (Rûdaw)- Ji encama wergerana otombêlekê li ser rêya serekî ya Qeladize-Sengeserê, 2 xortan jiyana xwe ji dest dan û yekî din jî bi giranî birîndar ket.

Cîgirê rêveberê nexweşxaneya Qeladizê Osman Mihemed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand “Doh (30.01.2014) demjimêr 10ê êvarî bi sedema wergerana otombêlekê 3 xor ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin, du ji wan xortan bi navê Şêwaz Mihemed, temen 19 salî, û Cêgir Ebûbekir, temen 20 salî, berî bigihin nexweşxaneyê jiyana xwe ji destdabûn.”

Osman Mihemed da zanîn jî ku “Xortê sêyem bi navê Tiwana Kakereş, li nexweşxaneya Qeladizê dermankirineke destpêkî bo wî hati kirin, lê ji ber giraniya birînên wî ew ji bo Silêmaniyê hat veguhestin.”

Cîgirê rêveberê nexweşxaneya Qeladizê amaje kir ku otombêl li cihekî nêzîk holên helkeftên Qeladizê wergerabû û guman tê kirin ku sedema bûyerê tîj ajotin be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst