Siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê: Erdogan û Bahçelî nav li pêvajoyê nekiriye

30-12-2024
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Sînan Çîftyurek û Bayram Bozyel\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Sînan Çîftyurek û Bayram Bozyel\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Şandeya Îmraliyê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan Devlet Bahçelî Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Amed (Rûdaw)- Hevdîtina şandeya DEM Partiyê ya bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re di nava partiyên siyasî de jî bû rojeva sereke.

Nûnerên partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê amaje bi wê yekê kir ku divê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî navekî li vê “pêvajoyê” bikin.

Li gorî nûnerên partiyên Bakurê Kurdistanê sedema van pêşhatan Sûriyê û destkeftên li Rojavayê Kurdistanê ne.

Şandeya DEM Partiyê, ji bo ku vê pêvajoyê guftûgo bike niha hewl dide bi hemû partiyên siyasî re hevdîtinan bike.

Berdevkê CHPyê Denîz Yucel, deriyê hevdîtinê vekirî hişt û got; cihê çareseriyê Parlamentoya Tirkiyeyê ye.

Li gorî hin parlamenterên DEM Partiyê sedema sereke ya pêvajoyeke wiha destkeftiyên li Rojavayê Kurdistanê ne.

Naveroka hevdîtinan jî her avakirina Sûriyeyeke nû ye.

“Divê navekî li pêşhatan bikin”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek li ser pêşhatên pêvajoyê got:

“Ocalan bi nav kir, got ev meseleya Kurd e. Got, ‘em dixwazin meseleya Kurd çareser bikin’ lê hîn dewletê, Bahçelî û Erdogan nav lê nekirine.

Gerek ew rojek beriya rojekê navek lê bikin.

Ev pêvajo ye, çareserî ye, pêvajoyeke çawa ye? Pêvajoya Kurd e, pêvajoya Kurdistanê ye? Pêvajoya çi ye? Gerek navekî lê bikin.”

Rêveberên Partiya Sosyalîst a Kurdistanê PSKyê jî di wê baweriyê de ne ku Tirkiye ji ber pirsa li Rojavayê Kurdistanê neçar maye dest bi pêvajoyeke wiha bike.

Her alî li gorî rewşa nû ya Sûriyeyê ji xwe re pozîsyonek distîne.

“PKK û HSD dê xwe ji nû ve dîzayn bikin”

Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel jî got:

“Li Rojava bi destê Amerîkayê jî be bi destê hêzên din jî be hem dê PKK xwe ji nû ve dîzayn bike hem jî HSD xwe dîzayn bike ku Tirkiye jî bê merheleyeke wisa ku bi statûya Kurdan razî bibe.

Aniha ev pêvajoyeke wisa ye. “

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ji bo ku derbarê vê pêvajoyê de gûftûgoyan bike, dê li deriyên hemû partiyên siyasî bide.

CHP: Deriyê me ji HDPyê re vekiriye

Li aliyê din CHPyê deriyê xwe ji gotûbêjan re vekirî hişt. Berdevkê CHPyê Denîz Yucel got:

“Me daxuyaniyên birêz Pervîn Buldan û birêz Sirri Sureyya Onder şopandin.

Wekî hemû partiyên din, gotin dê ji me jî daxwaza hevdîtinê bikin. Em wekî prensîb bi hemû partiyan re di nava diyalogê de ne.

Em tekena partî ne ku bi salan e dikarin bi hemû partiyên siyasî re hevdîtinan bikin.

Ji ber vê yekê jî deriyê me yê diyalogê vekiriye. Helwesta me ya li ser vê pêvajoyê jî zelal e.

Gelek caran serokê me yê giştî nirêz Ozgur Ozel binê vê yekê xêz kiriye ji destpêkê ve em vê diparêzin; cihê çareseriyê Parlamentoya Tirkiyeyê ye.”

Serdana Girava Îmraliyê wisa diyar e ku dê ji niha û pê de berdewam bike. Her pêşketineke nû dikare bi xwe re serdaneke nû jî bîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst