CHP: Ti zanyariyên me li ser pêvajoya MHP, AK Partî û Ocalan nînin

30-12-2024
RÛDAW
Nîşan Şandeya Îmraliyê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan CHP AK Partî MHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Wekîlê Serokê Grupa CHPyê Gokhan Gunaydin diyar kir ku wan di daxuyaniya hevdîtina li gel Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de tiştekî şênber nedîtiye.

Wekîlê Serokê Grupa CHPê Gokhan Gunaydin derbarê rojeva hevdîtina şandeya DEM Partî û Ocalan ji medyaya Tirkiyeyê re axivî.

Gunaydin amaje bi wê yekê kir ku AK Partî û MHP li gel Ocalan li pişt deriyên girtî pêvajoyekê birêve dibin lê di vê mijarê de ti zanyariyeke wan û parlamentoyê nînîn.

Siyasetmedarê CHPyî Gunaydin amaje bi hevdîtina bi Ocalan re kir û wiha got:

“Ev kar ne tenê bi Buldan û Onder re sînordar e. Diyar e beriya wê jî rayedarên dewletê bi Ocalan re hevdîtin kirine.

Li wê derê xwarinek hatiye çêkirin. Lê em nizanin ev çiye? Em dê ji vê daxuyaniyê çi fêm bikin? Tiştekî em li ser şîrove bikin nîne.

Li pişt deriyên girtî AK Partî û MHPyê bi Ocalan re pêvajoyekê birêve dibin.

Em bêjin ku di vê mijarê de zanyariyeke parlamentoyê jî nîne. Wekî mixalefet em jî nizanin.”

Şandeya DEM Partiyê ku ji Pervin Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk dihat 28ê Kanûna 2024ê serdana Îmraliyê kiribû û piştî wê bi rojekê daxuyaniyek dabûn.

Di daxûyaniyê de Ocalan bêyî ku navê partiyekê bide gotiye:

“Ji bo serkeftina xebateke bi vê cidiyetê pêşniyar û beşdariya mixalefetê jî bi qîmet e."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst