Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz li ser hevdêtina bi Ocalan re got, "Hebûna terorê siyaseta demokratîk jehrî dike. Em demokrasiyeke ne di bin bandora terorê de dixwazin."
Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz di çarçoveya Şêwra Plana Çalakiyê ya GAPê û Civîna Lijneya Hevahengiya Aborî de 29ê Kanûna Pêşîn a 2024a çû serdana parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê.
Yilmaz piştî civînê bersiva pirsên rojnamegeranan da.
Yilmaz derbarê hevdîtina li gel Abdullah Ocalan got:
"Perspektîfa birêz Bahçelî gelekî zelal e. Tirkiyeyeke bê teror û aştiyane.
Hûn jî vîzyona Serokkomarê me dizanin. Yek ji hêmanên herî girîng sernavê 'Sedsala Tirkiyeyê dê bibe sedsala aştiyê.
Em wê yekê dixwazin ku hemû welatiyên me di welatekî demokratîk de bi awayekî herî rehet xwe wekhev û bi rûmet hest bikin û bijîn.
Hebûna terorê siyaseta demokratîk jehrî dike. Siyaseta demokratîk li cihê ku teror dest pê dike bi dawî dibe.
Heta ku siya terorê li ser partiyên siyasî be, ne pêkan e em behsa siyaseta demokratîk bikin."
Her wiha Yilmaz got, "Dê nemana terorê ji bo demokrasî û bipêşketina rojhilat û başûrê rojhilat (Bakurê Kurdistanê) bibe zemîneke erênî."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse