Serokê berê yê Amerîkayê Jimmy Carter mir
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê berê yê Amerîkayê Jimmy Carter di 100 saliya xwe de mir.
39emîn Serokê Amerîkayê Jimmy Carter di 100 saliya xwe de li mala xwe ya li bajarê Plainsê yê eyaleta Georgiayê mir.
Derbarê sedema mirina Jimmy Carter de ti daxuyanî nehat dayîn.
Jimmy Carter ji ber xebatên xwe yên Carter Centerê 2002yan Xelata Nobelê ya Aştiyê wergirtibû.
Jimmy Carter kî ye?
James Earl "Jimmy" Carter Jr. di 1ê Çiriya Pêşîn a 1924an de ji dayik bûye.
Siyasetmedarê Amerîkî û 39emîn Serokê Amerîkayê.
Di navbera salên 1977 û 1981ê de serokatî kir.
Di sala 2002yan de ji ber xebatên xwe yên li Navenda Carterê (Carter Center) Xelata Nobelê ya Aştiyê wergirt.
Piştî ku George H. W. Bush di 30ê Çiriya Paşîn a 2018an de mir, Carter bû serokê herî temendirêj ê Amerîkayê.