Li Sêwazê erdhej çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4,4 pileyan erdhejek çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Tecerê ya Sêwazê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 23:30î çêbûye û hêza wê 4,4 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 8,41 kîlometre bûye.

Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.