Li Amedê balafireke taybet ji pîstê derket

Hewlêr (Rûdaw) – Li Balafirgeha Amedê, balafireke taybet ji pîstê derket.

Balafira taybet a ku ji Stenbolê rabû, demjimêr 11:20an gihîşt Balafirgeha Amedê û ji ber sedemeke nediyar ji pîstê derket.

Di balafira taybet de 1 jê zarok 11 kes hebûn.

Hat zanîn ku rewşa tenduristiya rêwî û xebatkarên ku ji balafirê hatine derxistin baş e.

Piştî qezayê, ji bo demeke kin geştên esmanî rawestiyan.

Di derbarê bûyerê de, Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsîn da destpêkirin.