Tirkmen dixwazin parêzgariya Kerkûkê di destê wan de be: ‘Me jî biceribînin’

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî 18 salan, hilbijartinên encûmena parêzgeha Kerkûkê hat kirin.

Kurd, Tirkmen û Ereb ji bo postên îdareya parêzgehê dest bi gotûbêj û danûstandinan dikin.

Tirkmen li ser postê parêzgariya Kerkûkê ji bo rêkeftina bi Kurd û Ereban re û pêkanîna hikûmeta xwecihî, bi eşkere merc û daxwazên xwe tînin ziman.

Tirkmen hevdem red dikin ku wan bi Ereben re li hev kiribe.

“Ti hevpeymanî û rêkeftineke me bi ti aliyekî re nebûye”

Berpirsê Rêxistinên Siyasî yên Bereya Tirkmenî ya Îraqê Mardîn Gokkaya got:

“Her aliyê ku niyeta rêvebirina parêzgeha Kerkûkê û xizmetkirina Kerkûkiyan hebe em jî bi wan re ne. Berî hilbijartinan û piştî hilbijartinan ti hevpeymanî û rêkeftineke me ya fermî û nihênî bi ti aliyekî re nebûye.

Em bi eşkere dibêjin li Bereya Tirkmenî bi wê mercê ku niyeteke paqij hebe ji bo pêkanîna hikûmeta xwecihî ku hemû pirsgirêk û krîzan çareser bike û take armanc xizmetkirina bajêr û xelkê be deriyê me ji hemû aliyên serkeftî yên Kerkûkê re vekiriye.”

Yekitiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) 5 kursiyên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi dest xistine.

Li ser postên parêzgeha Kerkûkê amadebûna xwe ji bo danûstandinên ligel hemû aliyên Kurdistanî û neteweyên din ragihandiye.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî tevî ku têbîniyên wê li ser encamên hilbijartinên encûmena parêzgeha Kerkûkê hene di daxuyaniyekê de got:

“Em li ser bingehê hevbeşî û cîbîcîkirina rêkeftinnameyên siyasî, asayîkirina rewşa wan navçeyên ku berê rêkeftin derbarê wan de hatiye kirin û dabînkirina ewlehî û xizmetguzariyê ji bo pêkanîna hikûmetên xwecihî yên parêzgehan ji bo diyalog û pevguherîna nerînan amade ne.”

Bereya Tirkmenî ku xwediya 2 kursiyan e daxwaza postê parêzgariyê dike û dibêje, “Bila me jî  biceribînin.”

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Îraqê encamên dawî yên hilbijartinên encûmena parêzgehên Îraqê ragihandin.

Li gorî encaman ti aliyekî nikariye 50 kom yekê (50+1) dengan bi dest bixe, ji ber wê jî postê parêzgarê Kerkûkê pêwîstî bi rêkeftinê ye.