Li Rihayê êrişa çekdarî: Zarokek mir û 4 kes birîndar bûn

30-12-2023
RÛDAW
Nîşan Riha Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, di êrişeke bi çekan de zarokek mir û 4 kes jî birîndar bûn.

Li taxa Hayatî Haraniyê, hinek kesên nenas bi otomobîlê nêzîkî kargehekê bûn û gule lê reşandin.

Di encama êrişê de V.Ç. (26), Î.C.O. (15), Î.T. (16), S.G. (20) û Yusuf A. yên ku li ber deriyê kargehê bûn birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê.

Ji birîndaran Yusuf A. tevî hemû mudaxeleyan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Herwiha hêzên ewlehiyê ji bo desteserkirina êrişkaran dest bi kar û xebatan kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst