Li Semsûr û Êlihê qeza: Mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Êlihê otomobîlek wergeriya û di ecamê de 5 kes birîndar bûn.

Herwiha li bajarê Semsûrê jî zarokekî 7 salî di bin traktorê de canê xwe ji dest da.

Otomobîla ku Cafer G. diajot li devera Serê Qîrê ya rêya Êlih-Sêrtê ji ber mij û moranê ji kontrolê derket û wergeriya kêleka rê.

Di qezayê de ajokar û hevjîna wî Gul G. û zarokên wan Omer G, Çinar g, Enis G. birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristî, agirvemirandinê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê bi ambulansan rakirin nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Êlihê.

Li parêzgeha Semsûrê jî traktora bi şofêrtiya H.Ş. li dayik û zaroka wê ya 7 salî da.

Di encama bûyera trafîkê de, zaroka bi navê Denîz Taş û dayika wê Gulay Taş birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Denîz û Gulay Taş ên bi giranî birîndar bûne rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Semsûrê.

 Denîz Taş (7) tevî hemû hewldanan, li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.