Kurdekî din ji ber şkenceyên Îranê canê xwe ji dest da

30-12-2023
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Mansûr Salamat Şkence Îran Şerê Îraq-Îranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojhilatê Kurdistanê, Kurdekî bi navê Mansûr Salamat, di encama şkenceyê de canê xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên malbatê, Salamat ji aliyê hêzên ewlehiyê ve, bi tohmeta “ragirtina çeka nêçîrê” hatibû desteserkirin.

Salamat ku ji gundê Pêsana girêdayî navçeya Tirgewerê ya bajarê Urmiyeyê ye, li navenda asayişê ya Neh Pileyê dihat ragirtin.

Li gorî rapora Saziya Mafê Mirovan a Hangawê, Salamat rûbirûyê şkence û zextên derûnî dihat.

Saziya ewlehiyê, 27ê Kanûna Pêşînê bi rêya telefonê ji malbata Salamat re ragihandin ku di encama strês û zexteke zêde de celteya dil li wî daye û canê xwe ji dest daye.

Li gorî daneyên Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, ji destpêka sala 2023yan ve herî kêm 11 girtî di girtîgehên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê de, di bin şkenceyê de hatine kuştin.

Li gorî heman daneyan ji 11 kesan 8 girtî Kurd bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst