Girtiyekî din ê nexweş canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) – Li girtîgeha Wanê, girtiyê nexweş ê bi navê Naîf Aybar canê xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan, Naîf Aybar (63) beriya salekê bi nexweşiya penceşêrê ketibû.

Aybar vê sibehê li girtîgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest da.

Tîmên tenduristiyê cenazeyê Aybar ji bo otopsiyê bir Navenda Tibê ya Dusun Odabaşiyê.

Piştî kar û barên otopsiyê cenazeyê Aybar ji aliyê konvoyeke girseyî ve hat pêşwazîkirin û li goristana gundê Dêrê yê navçeya Elbakê ya Wanê hat veşartin.

Li gorî nûçeya ajansa MAyê, tevî hemû serlêdanên li nexweşxaneyê, dozgeriyê û Saziya Tiba Edlî (ATK) hatin kirin Naîf Aybar nehat berdan.