Hewlêr (Rûdaw) - Li taxa Keleha Nû ya Hewlêrê dengê teqîneke mezin hat bihîstin, gelek wesayît û dikanan zerer dîtin.
Welatiyê ku vîdeo ji Rûdawê re şand diyar kir ku hêzên ewlehiyê li ser bûyerê dest bi lêkolînê kir.
Şahidên bûyerê ku ji Nûçegihanê Rûdawê Mistefa Goran re axivîn, got ku wan dengê teqîneke bihêz bihîstiye lê nizanin ji ber çi teqîn çêbûye.
Ji ber teqîne gelek wesayît û dikanan zerer dîtin.
Despêkê hat gotin teqîn ji ber droneke bombebarkirî ya ji aliyê sîstema parastina hewayî ve hatiye xistin pêk hatiye.
Lê Dije-Terora Kurdistanê ev yek red kir.
Li gorî daxuyaniya Dije-Terora Kurdistanê teqîn ji bir narincokê bûye.
Dije-Terora Kurdistanê ji kanalên ragihandinê xwest ku pabendî bingehên ragihandinê bin, rastbêjane nûçe û zanyariyan veguhêzin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse