QAMIŞLO – Birîndarekî êrişa li ser Çapxaneya Sîmavê canê xwe ji dest da

30-12-2023
RÛDAW
Nîşan Ciwan Elî Rojavayê Kurdistanê Tirkiye Êriş Çapxaneya Sîmavê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê, birîndarekî din ê êrişên Tirkiyeyê li ser Çapxaneya Sîmavî, jiyana xwe ji dest da.

Tirkiyeyê 25ê Kanûna Pêşînê ya 2023yan Çapxaneya Sîmav a li bajarê Qamişloyê kir.

Li çapxaneya Sîmavê Ferhat Xelef, Bêrîvan Mihemed, Hisên Ehmed û Riyad Hemo canê xwe ji dest dabû.

Hin kes jî birîndar bûbûn.

Li gorî agahiyên birîndarê êrişê yê bi navê Ciwan Elî ku li nexweşxaneyan dihat dermankirin canê xwe ji dest da.

Ciwan Elî ji koçberên bajarê Efrînê bû û li Qamişloyê dima.

Ew  24 salî bû û bavê 2 zarokan bû.

Bi vê yekê hejmara qurbaniyên êrişa li ser çapxaneya Sîmav dibe 7 kes.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst