Sêrt: 9 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê 9 kes bi hinceta “propagandaya PKK/KCKyê” hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya ku doh ji aliyê Parêzgariya Sêrtê ve hatiye belavkirin, hêzên ewlehiyê bi hinceta PKKyê lêkolînek daye destpêkirin.

Parêzgarî dibêje, di çarçoveya lêkolînê de çend kes hatine destnîşankirin ku 26ê Kanûna Pêşînê di daxuyaniyeke çapemeniyê ya li taxa Doganê ya navenda bajarê Sêrtê de “pesnê tawan û tawanbar dane û propagandaya rêxistinê” kirine.

Li ser vê yekê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê, di operasyoneke hemwext de bi ser çend navnîşanan de girtin û 9 kes desteser kirin.

Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê her 9 kesên desteserkirî birine Rêveberiya Ewlehiyê ya Sêrtê û karûbarên yasayî yên derbarê wan de berdewam in.

Van rojên dawî hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê operasyonên xwe yên bi hincetên “endamtî û propagandaya rêxistinê” li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêde kirine.

Rojane hejmarek kes tên desteserkirin ku piraniya wan siyasetmedar, rêvebir, berpirs û endamên DEM Partiyê ne.