PKKyê bîlançoya şer a 2023yan eşkere kir

30-12-2023
RÛDAW
Nîşan NPG PKK Artêşa Tirkiyeyê Bîlançoya Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ku ser bi PKKyê ve ye bîlançoya şer a sala 2023yan de ragihand.

NPGyê da zanîn ku di hezar û 712 çalakiyên gerîlayên wan de 928 leşkerên Artêşa Tirkiyeyê hatine kuştin û li beramber 179 gerîlayên wan jî canê xwe ji dest daye.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) doh bi daxuyaniyekê bîlançoya şerê wan ê sala 2023yan ligel artêşa Tirkiyeyê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê gerîlayên PKKyê sala 2023yan bi giştî hezar û 712 çalakî li dijî leşkerên Tirkiyeyê pêk anîne.

Di wan çalakiyan de 928 leşker hatine kuştin ku 7 ji wan fermandarên pilebilind in û 128 leşker jî birîndar bûne.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ragihand ku li beramber kuştî û birîndarên artêşa Tirkiyeyê, 179 gerîlayên wan jî canê xwe ji dest daye ku 75 ji wan li Bakurê Kurdistanê û 104ê wan jî li Başûrê Kurdistanê bûne.

Herwiha 2 gerîla jî wekî dîl ketine destê artêşa Tirkiyeyê.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel eşkere kir ku "artêşa Tirkiyeyê sala 2023yan bi giştî 2 hezar û 969 caran êrişî gerîlayên wan kiriye.

Hezar û 580 ji wan bi balafirên şer bûne. Ji êrişên bi balafirên şer hezar û 38 ji wan bi çekên qedexekirî hatine kirin.

342 ji wan jî bi dronan û 9 ji wan jî bi bombeyên taktîkî yên atomî hatine kirin."

Li aliyê din Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê 28ê Kanûna Pêşîna 2023yan ragihandibû ku sala 2023yan di êrîş û operasyonên wan ên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê de 2 hezar û 201 gerîlayên PKKyê û şervanan canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst