Geştiyarên Rûs ji bo serê salê berê xwe didin Erzeromê

30-12-2022
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Geştiyarên Rûs Erzerom
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Geştiyarên Rûs ji bo derbaskirina serê salê bi geşteke asmanî ji Rûsyayê berê xwe dane parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê, ku bi werzişên xwe yên zivistanê û navendên kaşûnê naskirî ye.

Li pêşiya balafirxaneyê bi dahol, zirne û govendan pêşwazî li geştiyarên Rûs hat kirin.

Piştre 185 geştiyarên Rûs li 10 hotelên bajar hatin bicihkirin.

Geştiyarê Rûs got "Erzerom bûye cihekî geştiyarî. Em ji bo kaşûnê hatine vê derê. Em dixwazin sala nû li vê derê derbas bikin. Me Erzerom gelek eciband."

Geştên ji Rûsyayê ji aliyê fîrmayekê ve taybet bo werzişên zivistanê yên vê parêzgehê  hatine rêkxistin.  Niha ji Moskowê heftiyê sê geştên asmanî yên rasterast bo Erzeromê tên kirin. Lê eger daxwaz zêde bibin hejmara geştan jî tê zêdekirin.

Serokê Yekîtiya Acenteyên Geştê ya Herêma Rojhilatê Enedolê Nuh Şenol dibêje "Piştî 15ê meha Çile eger daxwaz zêdetir bibin, dibe ku hejmara geştan bo 4 heta 5 geştan jî bên zêdekirin. Mêhvanên me ku dixwazin bên bajarê me, kaşûnê bikin  û bêhnvedana xwe li vê derê derbas bikin ne tenê bi geştên Charter, em gelek kesan dibînîn ji bilî wê jî  bixwe cih vediqetînin û tên bajarê me. Bi taybet di mehek dawî de hejmareke zêde ya geştiyarên Rûs tên bajarê me."

Li gor amarên Rêveberiya Çand û Geştiyariya Tirkiyê di 11 mehên îsal de 4 milyon û 945 hezar û 198 geştiyarên Rûs serdana Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kirine. Rêjeya geştiyarên Rûs di nav  tevahiya geştiyarên Tirkiyê de ji sedî  11,73ê ye. Bi vê jî Rûsya duyem welat e ku herî zêde geştiyarên wê serdana Tirkiyê dikin.

Berpirsên Geştiyariyê yên Erzeromê jî  pêşbînî dikin ku bi rêya van geştên asmanî 20 hezar û ji bilî wê jî 10 hezar geştiyarên Rûs vê zivistanê serdana vê parêzgeha Bakurê Kurdistanê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst