Li Dîlokê operasyona alkola sexte: 29 kes hatin desteserkirin

30-12-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, di operasyona alkola sexte û hişberê de 29 kes hatin desteserkirin.

Parêzgariya Dîlokê ragihand, tîmên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr berî sersalê li navçeyên bejahî li dijî qaçaxçîtî û madeyên hişberê operasyon li dar xistin.

Tîmên cendirmeyan, di operasyonê de dest danîn ser 205 lître alkola qaçax û kelûpelên amadekirinê û hejmareke zêde cigareyên qaçax û hinek çîkolatayên hêza seksê zêde dikin.

Di operasyonê 29 gumanbar hatin girtin û bo Fermandariya Cendirmeyên Bajêr hatin veguhestin.

Di meha Kanûnê de bi taybetî Stenbol li çend bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 45 kesan ji ber alkola sexte canê xwe jidest dan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst