Qeşaya li ser Gola Çildarê 15 santîmetre derbas kir

30-12-2021
Mihemed Emîn Demir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî rûberê Gola Çildarê ya di navbera parêzgehên Erdexan û Qersê yên Bakurê Kurdistanê de qerisî, stûrbûna qeşayê gihîşte 15 santîmetreyan.

Li bajarên herêma Serhedê yên Bakurê Kurdistanê, zivistaneke dijwar heye û li piraniya bajaran pileya germê bi şevan heta bin sifrê 25-30 pileyan dadikeve. Piştî sermayeke zêde di rojên dawî de rûberê Gola Çildarê bi temamî qerisî û 15 santîmetreyan zêdetir qeşa girt.

Di demsala zivistanê de ji Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê gelek geştyar bo dîtîna dîmenên balkêş serdana golê dikin û li ser wê dimeşin. Geştyar û welatiyên herêmê li ser gola qeşa girtiye digerin û bi erebane û motorsîkletên qeşayê demên xweş derbas dikin.

Koordînatorê Zanistê yê Komeleya Xwezaya Bakur, Emrah Çoban dibêje, “Gola Çildarê, bi sarbûna hewayê re qerisîbû. Di encama sermaya hefteyeke dawî de Gola Çildarê bi temamî qerisî.”

Komeleya Xwezaya Bakur, bi serpereştiya parêzgariya Qersê, ji bo ewlekariya geştyar û welatiyan stûrbûna qeşayê dipîve û li gor wê tedbîr tên wergirtin.

Emrah Çoban tekez dike, “Stûrbûna qeşayê roj bi roj zêde dibe. Me îro Gola Çildarê bi radara qeşayê pîva. Walîtiya Qersê her sal vî karî dike. Ev jî berî welatî biçin ser golê, bi armanca ewlekariyê tê kirin. Me ji bo ewlekariya mirovan dema diçin ser golê xebatek kir. Stûrbûna qeşayê bi awayekî blok herî kêm gihîştiye 15 santîmetreyan. Gol, niha ji bo erebane biçin ser guncav e.”

Gola Çildarê li Bakurê Kurdistanê piştî Gola Wanê duyemîn mezintirîn gol e û ava wê şêrîn e. Rûberê golê 123 kîlometre çargoşe ye û kûrahiya wê 42 metre ye û herwiha bilindahiya wê jî ji deryayê hezar 959 metre ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst