Li Wanê qedexeya meş û çalakiyan careke din hat dirêjkirin

30-12-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Wanê qedexeya meş, çalakî û xwepêşandanan ku ji sala 2016an ve heye careke din bo 15 rojan hatin qedexekirin.

Wek gelek parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê, li parêzgeha Wanê jî berî ku qedexe bi dawî be hercar tê dirêjkirin. Li parêzgehê qedexeya xwepêşandan, meş û çalakiyan careke din  bo dema 15 rojên din hat dirêjkirin.

Parêzgariya Wanê bi daxuyaniyeke nivîskî, eşkere kir ku li tevahiya parêzgehê hemû çalakî, meş û xwepêşandan ji 30ê Kanûna 2021ê heta 13ê Çileya 2022an hatine qedexekirin.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku “bi armanca parastina ewlekariya can û malê welatiyan, jinavbirina planên rêxistinên terorê, parastina ewlekariya millî û tendirûstiya giştî, parastina asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê û rêgirtin li her bûyereke din biryara qedexeya xwepêşandan û çalakiyên wiha hatiye dayîn.”

Li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda qedexe bi dawî nabin. Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê qedexeya hemû çalakiyan ji 2016an ve bê navber berdewam e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst