Qeyûmê Bismilê navê Parka Vedat Aydin guherand

Hewlêr (Rûdaw) - Qeyûmê Şaredariya Navçeya Bismilê ya ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ve, navê Parka Vedat Aydin a li navçeyê guherand.

Li gor agahiyan, Qeyûmê Şaredariya Navçeya Bismilê, navê Parka Vedat Aydin a ku di sala 2014an de ji aliyê Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) ve li kêleka Çemê Dicleyê li ser 45 donim erd hatibû çêkirin, guherand û kir “Millet Bahçesi” anku Baxçeya (Parka) Millet.

Vedat Aydin siyasetvan û mafnasekî Kurd ê Bakurê Kurdistanê û xelkê gundekî navçeya Bismilê bû ku di sala 1991an de li Amedê hat kuştin.

Vedat Aydin sala 1953an li gundê Heciya Kurdan ê girêdayî navçeya Bismilê ya Ameda Bakurê Kurdistanê ji dayîk bû.

Aydin piştî xwendina xwe ya seretayî, navîn û lîseyê li Bismilê qedand, sala 1979an ji Beşa Wêjeyê ya Enstîtuya Perwerdehiyê ya Amedê, mezûn bû.

Pîştî darbeya 12ê Îlonê hat girtin û 4 sal di zindanê de ma. Piştî serbest hat berdan, li Amedê ji bo damezrandina Komeleya Mafên Mirovan (IHD) dest bi xebatan kir. Di sala1990î de, ji bo Desteya Rêvebir a Şaxa Amedê ya IHDê hate hilbijartin.

Di dema xebatên xwe de gelek caran hate desteserkirin û di 28ê Cotmeha 1990an de ji ber ku li Civata Giştî ya İHDê bi Kurdî axivî hate girtin.

Herwiha Vedat Aydin di dadgehê de red kir ku bi Tirkî biaxife. Aydin, piştî ku çar salan şûn de hat berdan, di dawiya sala 1990an de ji bo Serokatiya Şaxa Amedê ya IHDê hate hilbijartin û di Kongreya Bajêr a HEPê ya Amedê de ku di Hezîrana 1991an de hat lidarxistin, wek Serokê Partiya Kedê a Gel (HEP) yê bajarê Amedê hat hilbijartin.

Di 5ê Tîrmeha 1991an de çend kesên ku cilûbergên polîsan li xwe kiribûn û xwe weke polîs dabûn naskirin, li navenda bajarê Amedê bi ser mala Vedat Aydin de girtin û ew revandin. Piştî 2 rojan termê Vedat Aydin li navçeya Madenê ya parêzgeha Xarpêtê hate dîtin.