Li Rojavayê Kurdistanê nirxê kelûpelan bilindtirîn ast tomar kiriye

Qamişlo (Rûdaw) - Li Rojavayê kurdistanê di heyama serê sale de nirxê kelûpelan bilindtirîn ast tomar kiriye û nirxê dolar beramber lîreya Sûrî îsal şeş qatan zêde bûye.

Mihemed Eşref, welatî, dibêje, “Biha ye, çi kesê tê û dipirse matmayî dimîne û bi giştî mirov dikare bêje ku kes nikare tiştekî bikire.”

Şaha Hec Selmo, welatî, dibêje, “Biha ye, zad nayê û em çi bikin, bi ku de herin, ti xebatkarê me nîne.”

Li Rojavayê Kurdistanê yek kîlo gwîz bi 11 hezar lîreyên Sûrî ye, di demekê de ku par van çaxan bi 2 hezar lîreyan bû.

Tevî ku Rêveberiya Xweser li ser firoşyaran ferz kiriye taployên nirxan daliqînin lê di nava bazarê de ti kes pabend nabe.

Bazirgan bi dolarê Amerîkî xwarinê derbasî Rojavayê Kurdistanê dikin, Desteya Temwînê rê dide wan fêdeya xwe tenê ji 3 heya 5 lîreyan biavêjin ser û yê ku pabend nebe ji 50 heya 200 hezarî wê bê sizadan.

Ebdulselam Celûd, Hevserokê Desteya Temwînê, dibêje, “Me gelek kes ceza kirin, me derdora 60 kes ceza kirin. Sibe û du sibê dê zêdetir li ser kar bê rawestan, ji ber ku hinek hene gelek biha difiroşin.”

Asoyên şahiyê ji esmanê Rojavayê kurdistanê xuya dibin, lê li ser rûyê erdê çîrokên dur û dirêj yên hejarî û koçberiyê hene.