Parlamentoya Brîtanyayê rêkeftina Brexitê pesend kir

30-12-2020
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Brîtanyayê Brexit Yekîtiya Ewropa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Brîtanyayê bi piraniya dengan rêkeftina Brexitê pesend kir. Ev jî piştî wê hat, serkirdeyên Yekîtiya Ewropa bi fermî rêkeftinnameya bazirganî ya bo qonaxa piştî Brexitê li gel wî welatî îmze kiribû.

Ursula von der Leyen, Seroka Komîsyona Ewropayê û Charles Michel, Serokê Encûmena Ewropa, îro li Brukselê rêkeftinnameya bazirganî îmze kirin.

Her îro li Parlamentoya Brîtanyayê dengdan li ser rêkeftina Brexitê birêve çû û di encama dengdanê de ew rêkeftin bi 521 dengên `Erê` li beramber 73 dengên `Nexêr` hat pesendkirin.

Rêkeftina Brexitê, yasa û rêsayên bazirganiya li gel 27 welatên Yekîtiya Ewropayê li xwe digire.

Boris Johnson, Serokwezîrê Brîtanyayê ragihand, rêkeftina bazirganiyê ya li gel YE rê bi Brîtanyayê dide ku beşa xwe werbigire û red jî kirk u ew rêkeftin rêgir û asteng be bo bazirganiyê.

Serokwezîrê Brîtanyayê îtîraf bi wê jî kir ku guhertin bi ser şêwazê bazirganî de tê, di demekê de roja 31ê vê mehê yasayên bazirganî yên Yekîtiya Ewropa Brîtanya li xwe nagirin.

Johnson hevdem tekezî li wê dike ku ew rêkeftin rê bi Brîtanyayê dide ku “rêya xwe bibîne û bazirganiya xwe ya azad li gel Yekîtiya Ewropa hebe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst