Partiyên Rojhilatê Kurdistanê daxwaza baykotkirina hilbijartinên Îranê dikin

30-12-2019
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Kurd Navenda Alîkariya Partiyên Kurdistana Îranê Baykot
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Navenda Alîkariyê ya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê daxwaza baykotkirina hilbijartinên parlamentoya Îranê kirin û ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê xwastin, ku beşdarî di hilbijartinên vê carê de nekin û deng nedin.

Navenda Alîkariya Partiyên Kurdistana Îranê, ku ji herdu aliyên demokrat, Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ anko HDKA) û Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) û du aliyên Komele, Komeleya Zehmetkêşan û Komeleya Şoreşgêr pêk tê, di daxuyaniyekê de helwesta xwe derbarê hilbijartinên parlemanî yên Îranê de aşkere kir.

Di daxuyaniya xwe de, Navenda Alîkariya Partiyên Kurdistana Îranê dibêje, “parlamentoya Îranê ti deman nekariye di pirsên giring ên wî welatî de biryarder be û wek organekî serekî yê wê desthilata serkotker rola wê hebûye.”

Herwiha di daxuyaniyê de tê gotin: “Komara Îslamî tevî encamdana mezintirîn tawanan di derheqê xelkê serhildayî de, dixwaze ji bo rêkxistina şanoya hilbijartinê û anîna xelkê bo ser sindoqên dengdanê, li ber çavê civaka navdewletî îmajeke baş ji xwe re berdest bike.”

Navenda Alîkariya Partiyên Kurdistana Îranê diyar dike, ku wan biryar daye “bi awayekî çalak hilbijartinan baykot bikin” û tekez dike, ew di wê baweriyê de ne ku “di wê rewşa niha ya Îranê û Kurdistanê de, her kes xwe di vê hilbijartinê de berbijêr bike yan biçe ser sindoqên dengdanê, rasterast xizmeta rewatîdana bi tawanên Komara Îslamî dike.”

Ew navend herwiha daxwaz ji tevahiya xelkê Rojhilatê Kurdistanê dike, ku tevlî baykotê bibin û neçin ser sindoqên dengdanê.

Biryar e xûla yazdehem a hilbijartinên parlamentoya Îranê di 21-2-2019 de bê lidarxistin. Wezareta Navxwe ya Îranê jî ragihandiye, ew pêşbînî dikin ku rêjeya beşdariya xelkê di hilbijartinên vê carê de dakeve.

Yek ji egerên ku dibe ku bibe sedema kêmbûna rêjeya beşdariya xelkê Îranê di hilbijartinên wî welatî de, şêweya gelek tundûtîj a hêzên ewlehiyê yên wî welatî li hember xwepêşandanên meha bihorî ya ji ber girankirina 3 beramberî ya benzînê ye.

Piştî ku hikûmeta Îranê di nîveşeva 15ê Cotmehê de biryara girankirina 3 beramberî ya benzî da, li zêdetir ji 120 bajarên seranserê Îranê xwepêşandanên nerazîbûnê çê bûn, lê hêzên hikûmetê bi tundî êrîşî xwepêşanderan kirin û li gor Rêxistina Lêborîna Navdewletî herî kêm 350 xwepêşander hatin kuştin.

Lê belê çalakvan û opozisyona Îranê ya li derveyî welat dibêjin, hejmara kuştiyên di wan xwepêşandanan de gelek zêdetir e, lê hikûmeta Îranê heta niha bi fermî ti zanyarî derbarê hejmara, kuştî, birîndar û girtiyên xwepêşandanan de belav nekiriye.

Li aliyekê din, Ajnasa Ruetersê berî hefteyekê ji çar çavkaniyên nêzîk ji ofîsa Rêberê Îranê ve ragihand, ku di xwepêşandanan de 1500 kes hatine kuştin, ku 17 ji wan zarok û 400 kes jî jin in

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst