Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê bi tundî bersiva Sûriyê da

30-12-2018
RÛDAW
Nîşan Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Sûriye Teror Bersiv Kurd Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di derbarê wê yekê de ku hinek ji medyayên ser bi hikûmeta Sûriyê ve navê Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî di lîsteya wan navan de aniye ku hevkariya opozisyona Sûriyê kirine, daxuyaniyek belav kir û têde ragihandiye: “Cihê pêkenînê ye ku rejîmeke şoven û zulmkar û dijî Kurd ku ji bo mana xwe piştevaniya terorîstan kir, daku xwe weke alternatîveke baştir ji tundrewan nîşan bide, behsa terorê dike.”

 

Îro Yekşembî 30ê Kanûna 2018an, Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di derbarê wan nûçe û tometan de ku ji aliyê çepemeniya rejîma Esed ve hatine weşandin, daxuyaniyeke nivîskî weşand û bi tundî bersiva çapemeniya rejîma Sûriyê da.

 

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibêje: “Li hinek çapemeniya ser bi rejîma Sûriyê ve di nava lîsteyeke dûr û dirêj a wan kesan de ku hevkariya opozîsyona Sûriyê kirine û weke piştevanên terorê hatine binavkirin, amaje bi navê Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî hatiye kirin.

 

Cihê henek û pêkenînê ye, ku rejîmeke şoven, zulmkar û dijî Kurd ku bo mana xwe piştgîriya terorîstan kir, daku xwe weke alternatîveke baştir ji tundrewan xwe binasîne, behsa terorê bike.

 

Rejîmek ku çekên qedexekirî li dijî xelkê sivîl bi kar anîbe û xwîna bi sedan hezar welatiyên Sûriyê rijandibe û bi miliyonan kesên din awareyê welatên din kiribe, çi îtîbareke vê heye ku bangeşeya çêkirina lîsteyeke wisa bike?”

 

Di beşeke din a daxuyaniyê de, Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê amaje bi sedema anîna navê Mesrûr Barzanî di lîsteya rejîma Sûriyê de kiriye û dibêje, Mesrûr Barzanî ji ber ku bi awayekê berdewam piştgirî li Kurdên Rojavayê Kurdistanê û xelkê zorlêkirî û mexdûr kiriye û dike, rastî vê êrîşa medyaya rejîma Sûriyê hatiye.

 

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:

 

“Tişta ku zêdetir mirov pê dikene, ew e ku hinek nefamên siyasî û gendelkar û xayîn bi vê nûçeya han kêfxweş dibin û ji bo vê li diholê didin.

 

Tişta ku bûye sedema hêrsbûn û bêzarbûna rejîma Sûriyê, piştgîriya Mesrûr Barzanî bûye bo hêzên resen ên Rojavayê Kurdistanê.

 

Serbilindî û şnazî ye, ku mirov bi hevkarîkirina xelkê zulimlêkirî were tawanbarkirin û herwiha cihê serbilindiyê ye, ku li ser asta naxweyî jî weke endamê eniya dijî gendelkaran û xwefiroşan û welatfiroşan were hesibandin.

 

Dezgehên di bin serpereştiya Mesrûr Barzanî de li Kurdistanê de weke hevpeymanê rastîn ya hevpeymanan dijî terorê şer kiriye û bi berdewamî derbên dijwar li terorîstan daye, di operasiyona dawî ya taybetî de jî ku di çepemeniya cîhanê de jî deng veda, mezintirîn tîma piştgîrî kirina darayî ya DIŞIê û şoştina pereyê hate girtin ku gelek kes û alî jî di nava vê tîma han de destê wan heye.

 

Sedema dilgiranî û xemgîniya dax lidiliya xayîn, welatfiroş, diz û gendelên navxweyî jî li hember Mesrûr Barzanî jiber vê yekê ye ku nav hatî hertim dijî sîxorî, dagîrkerî,teror, xiyanet û gendelî şer kiriye û hertim li ser vê bingehê jî berdewam dibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst