Projeyasaya çaksaziyê ya xanenişîn û mûçe û dermaleyê hat qebûlkirin

30-12-2017
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê projeyasaya çaksaziyê li ser  xanenişîn û mûçe û dermaleyê pesend kir û biryar e ji Parlamentoya Kurdistanê re bê şandin.


Sekretêrê EncUmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm ragihand, ku projeyasaya çaksaziyê ya xanenişîn û mûçe û dermaleyê , di 20 madeyan de bi biryara 129 ya Encumena Wezîran hatiye pesendkirin û dê ji bo parlamentoyê bê şandin.


Amanc Rehîm di rûpela xwe ya taybet di facebookê de nivîsandiye, ev proje girîng e, ji ber ku ev projeya hevbeş a hikumet, parlamento, saziyên çavdêrî, destpakî, dozgeriya giştî û şûrayê ye û dibe ya hemû partiyan.


Rehîm destnîşan kir ku mekanîzmên eşkere ji bo wê hatiye destnîşan kirin û ew projeyasa dê di 90 rojên yekem ên sala 2018an de bikeve warê bicîkirinê.


Naveroka projeyasaya çaksaziya xanenişîn û mûçeyê ev e:

 

1-Bicihkirina wekhevî û dadperweriyê di warê xerckirina mûçe û dermale û bexşîn û îmtiyazên din yên darayî de û ragirtina sûdmendbûna ne hêja di budceya giştî de.

 

2- Pakkirina navê sûdmendên ne hêja di budceya giştî de û kêmkirina xerciyên destnîşankirî yên mûçe û dermaleyê.

 

3- Rê li ber sûdmendnûna ji bo budceyê bo careke din were girtin.

 

4-Bi sazîkirin û yekxistina rêveberiyên cûda yên xanenişînan di wezareta darayî û aborî de û çalakirina sindoqa xanenişînbûnê

 

5- Rêxistina xanenişînên xwedî wezîfeyên bilind û pileyên taybet li ser bingeha temenê diyarkirî û salên xizmetê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst