MIHABAD – Karkerên pişesaziyê di grevê de ne

30-12-2016
RÛDAW
Nîşan Mihabad Karker Grev
A+ A-

Mahabad (Rûdaw) – Ev mehek e 60 karkerên Navenda Berhemanîna Pişesaziyê ya Mihabadê, ji ber pêk neanîna daxwazên wan, di grevê de ne.  


Li gorî gotina karkeran, di nav vê mehê de ti berpirsekî serdana wan nekiriye û heta niha jî greva wan bê encamp maye.

 

Hejmara karkerên ku di grevê de ne 60 kes in û ew dibêjin, “Ji ber sermayê hinek karker nexweş ketine.”

 

Piştî ku pişesaziya Mihabadê dane sermayeguzariya nû, beşek ji karkeran ji kar hatine derxistin. Karkerên ji kar hatine derxistin, bi armanca derbirîna nerazîbûna xwe dest bi grevê kirin.

 

Karker dibêjin, “Bi tevê ku me li dijî Navenda Pişesaziyê gilî tomar kir, meaşên me nayên dayîn.”

 

Ewan dellên: "sererray ewey ke skallayan tomar kirduwe, bellam kişt û sen'etî mhabad mûçekanyan pênadat".

 

Sermayeguzariya nû beriya çend mehan soz dabû, ku daxwaza karkeran cîbicî bike lê heta niha wan jî soza xwe bicîh neaniye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst