KOMKUJIYA ROBOSKÎ – 5 sal derbas bûn lê doz hê jî bê encam e

Roboskî (Rûdaw) – 5 sal di ser komkujiya Roboskiyê de derbas bû û hin jî tu encameke di warê doza wê de nehatiye derxistin, malbatên ku hîn brînê wan sar nebûne, hêvî ji dadgehên Tirkiye qutkirine û berê wan li Dadgeha Mafên Mirovan a Avrûpayê ye.

 

Mele Ebdurrehman ji kurahiya şikeftên dile xwe strana ku li ser kurê xweyê qurbanîyê Robskîyê dibêje, Kurê wîyê Bîlal jî ji 34 kesan yek bû ku li ser hidûdê bakûr û başûr bu armanca firokeya Serbazî

 

Ronahiya çavên Mele Ebdurrehman hê ji dema ji dayîkbûnê ve kêm bûn, lê piştî mirina kurê xwe yê Bîlal ji barîna rondikan niha dinya lê tarî bûye.

 

Mele Ebdurrehaman Encu dibêje; “Digot baba: Ezê bixwînim û inşellah ez bibim dixtor ji bo ku çavên te saxkim, dema ez diçime nav cihan ez digrîm li hemamê ez digirîm karê min girîne.”

 

Mehsûm Encu jî ji bo debara mala xwe wek hevalên xwe li ser sînor bû, ew 13 salî bû. Dayika wî Rihan çiqas li çiyayên asê dinêre ew şeva reş têyî bira wê, çavên wê li riye lê ew baş dizane ku êdî ew nema tê. Niha tenê kincên wî bêhn dike ji bo têhna dilê xwe bişkîne.

 

Rihan Encu dibêje; “Hemû salên me bi girîn şîn û nexweşiyê derbas bû, keyf çêdibin em nikarin keyfe bikin ev bûyer daîma di bîra me de ye, ev kincên kurê min e ku wê şeve ji xwe derxistibû bêhna wî jê tê, ez kengê herim ber dolabê ez bêhn dikim.”

 

Gundê Roboskiyê niha bê deng û xali ye berê liv û tevger û keyf û şahî bû tirqetirqa denge nelê qantiran bû, lê niha sînor jî girtiye û herkesek li mala xwe betal e, di gund de ne deng ne jî reng maye.

 

Malbat wek hemû şevê îniyan li ser goristana şehîdên Roboskîne, yên di bin axê de an kur e an bira ye an pismam me, ji 5 salan zêdetir bû arê kezeban hîn nevemiriye û ew dibêjin ka ji bo me edalet.

 

Bavê qurbaniyekê Roboskiyê Mehmet Encu jî diyar dike, “Tu hêviya me ji dewletê nema, çi tişt ji me re nekirine, hêviya me ma Avrûpa, duh jî nehîştin ku em bîranîna xwe jî bikin.”

 

Sal derbas dibin û kiryar û berpirsyarên vê komkujiyê ne diyar e, her diçe malbat bêhêvîtir dibin, niha çavên wan li dervayî Tirkiye ye.

 

Dayika qurbaniyekê din ê Roboskiyê Leyla Encu jî dibêje; “Dewa me ma ser Avrûpa heke Avrûpa destên xwe dane ser wîcdana xwe , Tirkiye ceza bike belkî bêhna me berde, heke Tirkiyeyê ceza neke emê li hemû cîhanê bigerin.”

 

Di 28ê berfanbara Sala 2011 an de  firokeyên şer ên Artêşa Tirkiyeyê 34 zarok û xortên Roboskiyê kuştin. Li ser vê yekê dozgeriya serbazî ya sererkaniya Tirkiyê lêpirsîn vekir. Di 6ê meha Çileya 2014ê de Dozgeriya Serbazî biryara bêşopandinê da. Li ser vê yekê  malbatên Roboskiyê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê dan û hîn li benda encamê ne.