VÎDEO- Dîmenên girtina Bendava Tişrînê

30-12-2015
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Yekem dîmenên girtina Bendava Tiştînê hatine belavkirin. Di dîmenan de, 5 karmendên bendavê ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn girtin û şervananên HSD wan rizgar dikin, derdikevin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di 23yê Befranbarê de li başûrê Kantona Kobanî li dijî çekdarên DAIŞê pêngaveke din a operasyona xwe dest pê kirin.

Di 26ê vê mehê de Bendava Tişrîn bi temamî ket bin kontrola hêzên HSDê û li wir ala QSDê li şûna ya DAIŞê hat daliqandin.

Malpereke ser bi PKKê ve, dîmenên destpêka derxistina bendavê ji destê DAIŞê belav kir.

Di wê vîdeoyê de wêrankirina ku DAIŞ li şûna xwe hiştiye, diyar dibe.

Herwiha di vîdeoyê de 5 karmendên bendavê xuya dibin, ku DAIŞê ew girtine û hêzên HSD wan rizgar dikin.




Ew karmend dibêjin, ji dema rêjmê de em li vir kar dikin. Ew dibêjin, ev bendav xizmeta xelkê dike ne ya aliyekî. Me desthilata rêjîmê, Artêşa Azad û DAIŞ dîtiye û niha jî va HSD tên vir.

Girîngiya kontrolkirina Bendava Tişrînê

Bendava Tişrînê bendaveke stratejîk e, her ew ji kurdan re, gelekî giring e, ji ber ku 55 kîlometreyan dikeve başurê bajarê Kobanî. Bi 26 kîlometreyan jî dikeve rojhilatê bajarê Menbicê.





Girîngiya Bendava Tişrînê ji sê aliyan ve diyar e:

Yek ji wan girîngiyan, pêgeha wê ya stratejîk, ku rêyeke serekî di navbera bajarên Dêr Hafir, Menbic, Bab û Cerablûsê, ligel Reqayê qut dike. Lê hêj rêyeke din, di destê DAIŞê de maye, ew jî rêya Meskena ye. Ew jî rêyeke dûr û dirêj e, hevdem balefirên Hevpeymana Navdewletî bi hûrbînî çavdêriya wê rêyê dikin.

Girîngiya duyem, ew e ku Bendava Tişrînê rêyek e, ji bo derbaskirina Çemê Firatê, ber bi Cerablusê ve, ku ev bajar di plana HSD de ye, ji bo kontrolkirina vî bajarî.

Giringiya sêyem jî elekitrîk e, ku Bendava Tişrînê yek ji girîngtirîn bendavên Sûriyê ye û ji 6 tûrbînan (Enefeyan) pêk tê ku dikare 630 mêga wat, ji elikitrîkê berhem bide.




Piştî derxistina DAIŞê ji Kobanî û rizgarkirina herêma Girê Spî ji aliyê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve, her du Kantonên Cizîre û Kobanî yên Rojavayê Kurdistanê gihîştin hev û tenê Kantona Efrînê ji axa Rojavayê Kurdistanê cuda maye.


Di navbera her du aliyên Kantonên Efrîn û Kobanî de bajarên wek Cerablus, Ezaz û çend cihên de hene, ku YPGê pêştir jî ragihandiye, ku ew dê di demê guncaw de êrişî wan cihan jî bikin û ji dest DAIŞê derxînin.

Bendava Tişrînê bi bihayê 22 milyar lîre hatiye avakirin û di sala 1999an de, ketiye kar. Beriya 2011 jî 530 fermanberan lê kar dikirin.

Di 25.11.2012an Artêşa Azad dikarîbû Bendava Tişrînê   kontrol bike. Lê di 15.05.2014an de, DAIŞê dest danî ser Bendava Tişrînê.

Bi kontrolkirina Bendava Tişrînê, rê li ber hemû egeran vedibe, ku Reqaya paytexta DAIŞê û bajarokê Menbicê jî, dikevine jêr gefa êrîşên Hêzên Sûriyeya Demokrat, ev yek tê piştî salekê bi ji metirsiya DAIŞê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê.



Şervanê HSD

HSDê amadekariya operasyona Cerablusê dike

Bi kontrolkirina Bendava Tişrîn ji aliyê şervanên Hêza Sûriya Demokratîk (HSD) ve rê li ber pêşveçûna wan hêzan û şervanên YPGê ber bi rojavayê Çemê Firatê û pêkanîna operasyonan li dijî DAIŞê li herdu bajarên Minbic û Cerablusê vedibe.

Bi kontrolkirina Bendava Tişrîn ji aliyên Hêzên Sûriya Demokratîk ve, êdî rêya kontrolkirina Cerablus û Minbicê vebû.

Hêzên Sûriya Demokratîk ku YPG û YPJ di nav de hêzên herî sereke ne, piştî ku yekemîn yekîneya li Holê ava kirin, 17ê Mijdarê di daxuyaniyekê de hebûna xwe li parêzgehên Idlib û Heleb ên li bakurê rojava û bakurê Sûriyeyê ragihandibûn.

Piştî derxistina DAIŞê ji Kobanî û rizgarkirina herêma Girê Spî ji aliyê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve, her du Kantonên Cizîre û Kobanî yên Rojavayê Kurdistanê gihîştin hev û tenê Kantona Efrînê ji axa Rojavayê Kurdistanê cuda maye.




Di navbera her du aliyên Kantonên Efrîn û Kobanî de bajarên wek Cerablus, Ezaz û çend cihên de hene, ku YPGê pêştir jî ragihandiye, ku ew dê di demê guncaw de êrişî wan cihan jî bikin û ji dest DAIŞê derxînin.

Tirkiye bi dijwarî li dijî wê çendê ye ku deverên di navbera Efrîn û Kobanî de ji aliyê YPGê ve were kontrolkirin û di vê bareyê de rayedarên pilebilindên Tirkiyeyê çend caran hişyariyên tund dane YPGê û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku xweserî li Rojavayê Kurdistanê ragihandiye.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu beriya niha çend caran di daxuyaniyê xwe de ragihandibûn ber bi çûna hêzên YPGê bo rojavayê Çemê Firatê ji bo wan xeta sor e.

Piştî ku HSDê Bendava Tişrîn kontrolkirin, tê pêşnîkirin êdî ew ji vir dest bi operasyonên kontrolakirina cihên dest DAIŞê de bike û dikare derbeyên mezin li DAIŞê bide.

Herwiha bi kontrolakirina Bendava Tişrînê pêywendiya herdû navçeyên DAIŞê di bin kontala DAIŞê de Heleb û Reqa bi temamî ji hev hatin qutkirin û êdî derfet heye, bajarokê Tebqa jî were kontrolkirin.

Ji aliyên din ve BendavaTişrîn ku weke tê zanîn, karebeyeke zêde dide navçeyên di bin kontrola DAIŞ de, êdî bi kontrolkirina wê bendavê, Xweseriya Demokratîk dikare bi rehetî, 24 demjmêr kareba bide Kobanî û gundên wê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst