Mezine Peyamnêrê Rûdawê, Hêvîdar Ehmed sê bûyerên girîng ên îsal kifş dike

30-12-2014
HÊVÎDAR EHMED
A+ A-

Di vê gotarê de, mezine Peyamnêrê Rûdawê Hêvîdar Ehmed sê bûyerên îsal ji aliyê xwe ve mîna mezintirîn bûyerên sala 2014an destnîşan kiriye. Ehmed, bixwe ew bûyer şopandine û hilbijartina wan bûyeran li gorî nêrîna wî ya şexsî ye.

Sala 2014an li Tora Medyayî ya Rûdawê, min ev bûyer dîtin ku li gorî min girîngtirîn bûyerên salê bûn ji bo gelê Kurdistanê. Helbet pişka mezin ya wan bûyeran jî bi awayekê zindî ji aliyê gel ve hatin dîtin û bihîstin, ez jî di veguhestina wan bûyeran de beşdar bûm û rola min serekî bû. Ezê sê bûyeran wek bûyerên salê hilbijêrim û behsa bandora wan li ser xwe bikim. 

Danûstandinên Bexdayê 

Destpêka salê, civîna navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bûdce û hinartina nefta Kurdistanê, mijareke germ bû. Wê demê aliyê kurd digot ku Husên Şehristanî, ku hemû karûbarên enerjiya Iraqê di destê wî de bû, sedema derketina nakokiyan e. Beriya ku Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re bi şanda Iraqê re rûnên, min bi Şehristanî re gotûbêjek kir. Mi jê pirsî: “Tu zêdetir ji Barzanî hez dikî yan Talebanî?” Şehristanî keniya û wiha got: “Ez bersiva te nadim”. Min jî jê re wiha got: “Tu dizanî dema her kurdek navê te dibihîse dibêje dujminê serhişk ê Kurdistanê ye.”

Şehristanî bi vê gotina min aciz bû. min jê re got: “Eger tu bixwazî bi Kurdan re pêwendiyên xwe baş bikî divê tu helwesta xwe li ser nefta Kurdistanê biguherînî û gotinên bixêr bikî her wiha serdana Kurdistanê bikî. Ji ber ku tu mirovekî siyasî yî û gellek hedefên te hene. Îro li Iraqê siyasetmedarek nikare bêyî piştevaniya Kurdan tiştekî bike.” Şehristanî wê demê tiştek negot lê paşê min zanî ku min çi jê re gotibû hemû ji Nêçîrvan Barzanî re gotiye.

Dema hikûmeta Kurdistanê û Bexda li ser bûdce û neftê li hev kirin, Nêçîrvan Barzanî pesnê rola Şehristanî da û wiha got: “Rola wî di wê rêkeftinê de karîger bû”. Wê çaxê min hest kir ku gotinên min ketibûn bîra Şehristanî, çimkî piştî civînê dema ez dîtim, keniya.

Hinek caran civînên navbera Hewlêr û Bexdayê bêencam diman, heta hinek caran li hev hêrs jî dibûn. Şerê wan mîna şerê pisîk û mişkê lê hatibû, helbet niha jî rewş zêde nehatiye guhertin! Gellek caran di civînan de li hev nedikirin û şanda Kurdistanê hema ji civînê derdiket û yekser berê xwe dida Hewlêrê. Di wan civînan de Bexda pir ji Hewlêrê ditirsiya, tirsa wan ew bû ku Herêma Kurdistanê bibe dewletek serbixwe û tişta ku ev tirs zêde dikir, derxistin û firotina nefta Kurdistanê bû. Bexdayê jî digot Hewlêrê bêyî destûra min neftê difroşe lewma di navbera wan de alozî derdiket lê Bexda neçar dima nermiyê nîşan bide.

Lê li gorî min, eger Kurdistan niha bi Iraqê ve maye, tenê rewşeke demkî ye çimkî dê axirê her jê veqete lê divê dema wê yekê were. Tişta ku min ji gotinên rayedarên Hewlêr û Bexdayê fêm kiriye, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê dê nîveka sala 2015an dê wisa aloz bibe ku êdî car din qet normal nabe! Ji ber ku bêminetiya Hewlêrê li hember Bexdayê dê sala 2015an pir zêde be. nabe em ji bîr bikin ku siyaseta nefta Herêma Kurdistanê hîşt ku rojane zêdetirî 500 hezar bermîl nefta Kurdistanê were hinartin.

Çiyayê şingalê û pîroztirîn karê dinyayê

Sala 2014an, du şeran pêsîra Hewlêrê girtin; şerekî siyasî bi Bexdayê re û şerekî giran ê leşkerî, siyasî û aborî jî bi DAIŞê re. Şerê Kurdan bi DAIŞê re bû sedema trajediyeke mezin, ji ber ku bi curekî Enfal car din qewimî û bi hezaran keç û jinên kurd bi taybet kurdên êzîdî ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin. DAIŞê jî her tiştek anî serê keç û jinên kurd û mîna kelûmelan firotin.

Hefteyek bû hemû cîhanê behsa wan kurdên êzîdî dikir ku ji ber DAIŞê reviyabûn ser çiyayê Şingalê û li wir asê mabûn. Li ser wî çiyayî nan û av tinebû, ti kesî jî rewşa wan nedizanî. Şans û şanaziya wê yekê bû para min ku ez û tora me ya medyaya yekemîn rojnamevan û saziya ragihandinê bin ku biçin ser çiyayê Şingalê.

Me li wir wêneyên zindî û rast ên jiyana wî gelê belengaz û bêçare girt û bi rêya Rûdawê re veguhest. Di nav helîkoptera ku em pê çûbûn ser çiyayê, di vegerê de zarokekî biçûk bi min re dilîst, wê çaxê min hest kir ku min pîroztirîn karê dinyayê hilbijartiye. Ew zarok 7 salî bû û ji malbata xwe veqetiyabû. Dîmenên lîstika min û wî zarokî di medyaya cîhanê de deng veda. Piştî 2 rojan, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Dr. Fuad Husên ji min re got: “Alîkarê Serokê Amerîkayê, Joe Biden ji Serok Barzanî re gotiye, wan dîmenan bandorke mezin li ser biryara Amerîkayê ji bo alîkarîkirina Kurdan û gihandina alîkariyên mirovî bo ser çiyayê Şingalê kiriye.”

Şerê Kurdistanê li dijî DAIŞê heta niha jî didome. Êzîdxan, warê kurdên êzîdî, ku sînoreke dirêj bi erebên parêzgeha Mûsilê re heye, her gav dibêjin, em nizanin gelo ew tiştên ku sala 2014an hatin serê me dê sala 2015an û salên din jî dubare bibin yan tiştên ku heta niha nehatine serê me, dê bên serê me?! Rayedarên Kurdistanê jî vê yekê qebûl dikin ku parastina wê deverên karekî hêsan nîne lê li ber berpistiyê jî narevin.

Jibilî çiya, derya jî pişt û pala Kurdan e

Dema ez li ser çiyê bûm, min zanî ku ji destpêka şerê DAIŞê, ku mîna vîrûsa Ebolayê li hinek deverên Başûrê Kurdistanê belav bû, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û mirovên nêzîkî wî 5 rojan li ser hev ranezane û berdewam bi amerîkiyan re di nav têkiliyên de bûne ji bo ku wan razî bikin alîkariya Kurdistanê bikin. Wê çaxê Amerîka ji Barzanî re gotibû: “Ev cara yekemîn e ku em tevlî şerekî dibin ku aliyê beramber bi çekên amerîkî şer dike lê divê em wan çekan ji nav bibin!”

Dema Amerîka mudaxele kir, pir zû pêşdeçûnên DAIŞê li Kurdistanê hat sekinandin. Fermandeyê eniya Dîcle yê Pêşmerge (Ji Sihêla, Zaxo heta Şingal û bendava Mûsilê) Zeîm Elî ji min re got: “Rast e Amerîka di warê asmanî de alîkariya me dike lê Pêşmerge li ser erdê şerekî wisa dike ku heta niha nehatiye kirin û di zanista leşkerî de tê gotin, yê ku ax di dest de be ew serkirde ye.”

Tiştekî din jî bala min kişand, ew jî bû şehîdbûna hinek ji fermandeyên mezin ên Pêşmerge bû. Hinek ji wan fermandeyan ji aliyê wê lêjneya ku bi fermana Serok Barzanî ji bo paşvekişîna Pêşmerge ji Şingalê pêk hatibû, hatibûn lêpirsînkirin. Wan jî ji bo ku pakiya xwe nîşan bidin li Zûmarê bi DAIŞê re ketin nav şerekî sing bi sing û şehîd bûn.

Tişta ku şerê Pêşmerge û DAIŞê bi şerên Pêşmerge bi rêjîmên Iraqê re ji hev cuda dike, ew e ku cara yekemîn e ku Pêşmerge bi rêxistineke radîkal a navdewletî re şer dike. Di şerên wiha de şerê tax bi tax û xwekujiyê jî çêdibe, lewma Pêşmerge di vî şerî de rastî hinek taktîkên nû yên şer dihat ku beriya niha nedîtibû, ji ber wê jî ji ber teqîna mîn û bombeyan gellek pêşmerge şehîd bûn. Lê niha êdî Pêşmerge baş ew taktîk fêm kiriye û xwe baş komî hev kiriye.

Şeva 8ê Tebaxa 2014an, balafirên şer ên F18 ên amerîkî ji Kendavê rabûn û gihîştin ser asmanê Hewlêrê û yekser tehdîda DAIŞê li ser Hewlêrê ji nav birin. Reng e kurd bixwazin bizanin ku ew balafir çawa radibin û ji kuderê tên. Bînerên kurd her tim bi rêya televîzyonên biyanî pêşhatên Amerîkayê didît lê vê carê Rûdawê di şerê DAIŞê de ev tilism şikand. Çimkî dîmen û bûyerên li ser keştiya leşkerî ya Amerîkayê bi taybet keştiya “George W. Bush” bi rêya Rûdawê û ji aliyê rojnamevanekî kurd ve hat pexşkirin.

Ji Amerîkayê daxwaz ji Rêveberiya Rûdawê kirin ku tîmeke xwe bişînin Behrêynê ji bo ku dîmenên wan balafiran ên ku ji wir radibin û li Kurdistanê çekdarên DAIŞê bombebaran dikin, romal bike.

Dema min li ser wê keştiyê romala wan bûyeran dikir, min baş fêm kir ku êdî ew serdema ku tenê çiya pişt û pala Kurdan bû, xilsa bûye çimkî ez li ser keştiyekê rawestiyabûm ku li nav deryayeke erebî de bû. Nabe em ji bîr bikin ku eger Amerîka neba îhtimal hebû Hewlêr, Kerkûk û Dihok bibin wilayetên “Xilafet”a DAIŞê! Ji ber wê jî heta “OK”ya Amerîka nebe, nabe Pêşmerge derbasî nav ti bajar û deverekî bibe.

Amerîka, sala 2014an kurd ji Iraq û DAIŞê parast. Bi awayekê alîkariya Kurdan kir ku qet nedihat hêvîkirin. Amerîka û hevpeymanên wî ne tenê alîkariya Kurdan kirin, belkî çek û cebilxane dan Pêşmerge û rê dan ku Pêşmerge li Kobanî jî alîkariya şervanên kurd bike.

Êdî pêşmergeyên Kurdistanê çekdartir û organîzetir in. nefta Kurdistanê jî pir e. dibe ku ev du factor di sala 2015an de bibin sedema wê ku êdî Hewlêrê ji Bexdayê tiştekî nexwaze, berovajî, Bexda him di şerê DAIŞê de him jî di hinartina petrolê de destê alîkariyê dirêjî Hewlêrê bike. helbet ev jî encama wê siyaseta ye ku Kurdistanê sala 2014an baca wê da û reng e sala 2015an berhema wê bixwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst