Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê agir bi Bazara Misirê ket ûgelek dikan şewitîn.
Vê êvarê ji ber sedemeke nediyar agirt bi Bazara Misirê ya li Taxa Şerefiyeyê ket.
Li ser agahdarkirinê polîs tîmên parastina sivîlan, tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Polîsan li navçeyê tedbîrên ewlehiyê zêde kirin û tîmên parastina sivîlana yên Şaredariya Wanê dest bi xebatên vemirandina agir kir.
Piştî xebateke çend demjimêran agir hat vemirandin.
Di encamê şewatê de gelek dikan şewitîn û zerarên malî çêbûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse