Hikûmeta Sûriyeyê ji Şehbayê vekişiya: Dê çi li Eşrefiye û Şêx Meqsûdê were?
Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Hikûmeta Sûriyeyê ji herêma Şehbayê ya Kurdan vekişiya. YPG tedbîrên xwe yên ewlehiyê li Eşrefiye û Şêx Meqsûdê zêdetir dike.
Çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê gihiştine navenda bajarê Helebê û hêzên Hikûmeta Sûriyeyê ji Heleb û dorûbera wê vedikişîn.
Li gorî çavkaniyên Rûdawê hêzên Hikûmeta Sûriyeyê ji sibehê ve ji Helebê vedikişin û berê xwe didin rojhilatê Helebê.
Li gorî zanyariyan hêzên Hikûmeta Sûriyeyê ji Şehbayê jî vekişiyan. Şehba herêmeke Kurdan e û girêdayî Rêveberiya Xweser e.
Çavkaniya Rûdawê da zanîn ku niha bi tenên hêzên ewehiyê yên Rêveberiya Xweser û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên Kurdan tedbîrên xwe tundir dike.
Her wiha Hêzên Rêveberiya Xxwese li Şehbayê bi cih bûne û xalên kontrolê li herêmê danîne.
Milîsên Îranê û hêzên Hikûmeta Sûriyeyê ji Helebê derketin
Li gorî heman Çavkaniya Rûdawê, şêniyên bajarokên Nubul û Zehra tevî milîsên Îranê ji navçeyê derketine.
Piraniya bajarê Helebê ku duyem bajarê herî mezin ê Sûriyeyê ket destê HTŞyê û HTŞyê balefirgeh û hemû rêyên diçin bajêr girtin.
Çavkaniyên herêmê aşkere kir ku çekdarên HTŞyê karîne piraniya taxên bajarê Helebê kontrol bikin.
Li gorî heman çavkaniyan çekdarên HTŞyê bêyî ku ti şer û pevçûnan gihiştine Keleha Helebê û hêzên Hikûmeta Sûriyeyê ji herêmê vekişiyane.
Li gorî zanyariyan li herêma Tadif û Ebû Zendeyên a rojhilatê Helebê pevçûn di navbera HTŞyê û hêzên Hikûmeta Sûriyeyê de hene.
Her wiha li gorî vîdeyoyên ku di torên civakî de belav bûne hêzên (YPG) li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Kurdan tedbîrên nû distîne.
NY: Karesateke mirovî dest pê kiriye
Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Karên Mirovî ya Sûriyeyê ragihgand ku pêleke koçberiyê ya mezin ji gundên rojavayê Helebê û bajarê Helebê dest pê kiriye.
Ofîsa NYyê diyar kir ku beşeke mezin a xelkê Helebê û Idlibê berê xwe dane bajarê Hemayê û di konan de dimînin.
Li gorî daxuyaniya NYyê ji ber ku Balafirgeha Helebê ketiye bin kontrola HTŞyê hemû geştên asmanî yên Helebê hatine rawestandin û kareseteke mezin a mirovî li herêmê dest pê kiriye.
Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan (SOHR) jî da zanîn ku di 3 rojên şerê li Idlib û Helebê de 311 kes hatine kuştin.
Hejmara kuştiyên aliyên şer wiha ne:
Çekdarên HTŞyê 155
Çekdarên Artêşa Nîştimanî: 28
Leşkerên Hikûmeta Sûriyeyê: 79
Milîsên Îranê: 6
Çekdarên ne ji Sûriyeyê: 15
Welatiyên Sivîl: 24
Xwendekarên Zanîngehê: 4
27ê Çiriya Paşîn HTŞyê tevî hevpeymanên xwe yên wekî Eniya Niştîmanî ya Rizgarkirinê, Artêşa el-Izze û Artêşa Nesirê li Helebê li dijî hêzên Hikûmeta Sûriyeyê dest bi Rûbirûbûna Dijminkariyê (Redh Eludwan) kir.