TAYÎNKIRINA QEYÛMAN - Sînan Çîftyurek: Bibêjin hilbijartin û sindoq nînin

30-11-2024
RÛDAW
Nîşan Tayînkirina Qeyûman Şaredariya Miksê Wan Sînan Çîftyurek Ayvaz Hazir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek bangî hikûmetê kir ku êdî ji wan re bi eşkereyî bibêjin ku hilbijartin û sindoq nînin.  

Şeva borî bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê qeyûm tayînî Şaredariya Miksê ya Wanê hat kirin.

Piştî biryarê avahiya şaredariyê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.

Berpirsên DEM Partiyê û hejmareke zêde ya xelkê navçeyê çûn pêşiya şaredariyê û nerazîbûna xwe nîşan da.

Li pêşiya avahiya şaredariyê di navbera xelkê û polîsan de alozî derketin.

“Bibêjin sindoq û hilbijartin nînin”

Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek bi tundî bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û got:

“Wan got em aştiya xwe ya navxwe û yekîtiya xwe pêk bînin, siyaseta xwe nerm bikin.

Birêz Serokkomar got, em diyalogê bikin, ma diyalog ev e?

Bêyî li benda pêvajoya hiqûqî bimînin, bi dûrxistina wan hevserokên şaredariyan ku li gorî yasayên Desteya Bilind a Hilbijartinan hatine hilbijartin dê li Tirkiyeyê aştiya navxwe pêk were?

Ma biratiya Kurd û Tirkan dê wiha çêbibe? Ma ew tişta ku hûn dibêjin biratiya Kurd û Tirkan a hezar salî dê wiha pêk bê?

Kurdan îradeya xwe nîşan da. Wan di çarçoveya yasayên we de ev yek kir lê hûn wê îradeyê nas nakin.

Wê demê bibêjin, sindoq û hilbijartin nînin û li karê xwe binêrin, bibejin hûn sax û em jî silamet.”

Roja pêncşemê dadgehê bi hinceta “pêkanîna tawan li ser navê rêxistina PKKyê” 3 sal û 11 meh cezayê girtîgehê dabû Hevserokê Şaredariya Miksê Ayvaz Hazir.

Wezareta Karên Navxwe ew ceza û dozeke ku ji ber propagandaya rêxistinê berdewam dike di biryara xwe de wekî hincet nîşan da û Ayvaz Hazir ji kar dûrxist.

Qeymeqamê Miksê Ayvaz Hazir jî wekî qeyûm li şûna wî tayîn kir.

“Miks a me ye”

Ayvaz Hazir li ber avahiya şaredariyê axivî û anî ziman:

“Bila baş zanibin ku gelê Miksê em in. Em li gel gelê Miksê li ser pêyan in. Miksa me ne tenê avahiyeke şaredariyê ye.

Çawa ku me 31ê Adarê bi gelê xwe re qezenc kiribû em dê careke din hemû xebatên xwe bi gelê xwe re bimeşînin.”

DEM Partiyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bangî dengdêr û alîgirên xwe kir ku li dijî biryara qeyûm mafê xwe yê protestoya demokratîk bi kar bînin.

Li aliyê din, Parêzgariya Wanê di daxuyaniyekê de ragihand ku hemû cure çalakî 10 rojan li seranserî parêzgehê hatine qedexekirin.

Piştî hilbijartinên 31ê Adarê tevî Miksê bi giştî qeyûm tayînî 7 şaredariyên Bakurê Kurdistanê hatine kirin ku 6 ji wan ên DEM Partiyê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst