Agir bi avahiya Şaredariya Çemîzgezekê ket

30-11-2023
RÛDAW
Nîşan Çemîzgezek Dêrsim Şaredarî Agir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çemîzgezekê ya Dêrsîma Bakurê Kurdistanê, agir bi avahiya berê ya Şaredariya Çemîzgezekê ket.

Li navçeya Çemîzgezekê ji ber sedemeke nehat zanîn agir bi avahiya berê ya Şaredariya Çemîzgezekê ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.

Agir ji aliyê tîmên agirvemirandinê ve hat vemirandin.

Ji ber ku nedihat bikaranîn, avahî vala bû û kesek di nav de nebû.

Di encama agir de avahiya berê ya şaredariyê zerer dît.

Derbarê derketina sedema agir de lêkolîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst