Karkerên Ozak Tekstîlê daxwaza piştgiriyê kirin

30-11-2023
RÛDAW
Nîşan Ozak Tekstîl Çalakî Karker
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çalakiya karkerên kargeha Ozak Tekstîlê ya li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê berdewam dike.

Karker dibêjin bi fermana parêzgariyê cendirmeyan ji wan xwestiye dawî li çalakiya xwe bînin lê ew dibêjin çi dibe bila bibe ew dê çalakiya xwe berdewam bikin.

Ji 27ê Çiriya Paşînê ve 450 karkeran bi hev re ji ber ku xwedî li mafê wan dernakeve ji Sendîkaya Oz-Îplîkê ku endamê wê bûn îstîfa kirin û dest ji kar berdan.

Karkeran li ber deriyê kargeha Ozak Tekstîlê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Ji ber îstîfakirina ji sendîkayê ji aliyê xwediyê kar ve gefa kêmkirina mûçe û ji karderxistinê li wan hatiye xwarin û gelek hevalên wan ji kar hatine derxistin.

Li dijî wan kiryaran ev 4 roj in ew di çalakiyê de ne û dibêjin heta mafê wan neyê dayîn ew dest ji çalakiya xwe bernadin û daxwaza piştgiriyê kirin.

“Karkerên Ozakê bi tenê nehêlin”

Serokê BÎRTEK-SENê Mehmet Turkmen anî ziman:

“Em ji vir bangî hemû Tirkiye, karker û kedkaran dikin. Berî bîstekê dîsa cendirmeyan bi fermana parêzgariyê, ji me re got qedexe ye ku êdî li vir rûnin û eger di nava demeke kurt de belav nebin ew dê bi awayekî dijwar midaxeleyî çalakiyê bikin.

Hevalên me yên karker tev li pêşiya kargehê rûniştine, em li vir in û ev der kargeha me ye. Em li dijî neheqiyan û bo parastina mafê xwe têdikoşin.

Niha li pêşberî me cendirme bi wesayîtên zirxî rawestiyane û dixwazin midaxeleyî çalakiya me bikin. Em ji vir naçin, çi dibe bila bibe em dê berxwedana xwe berdewam bikin.

Ez ji vir bangî her kesî dikim ku karkerên Ozakê bi tenê nehêlin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst