Çemê Feratê bûye navendeke berhemanîna masiyan

30-11-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Çemê Feratê Masî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser Çemê Feratê li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê kêlgehên berhemanîna masiyan hene.

Li peravên Çemê Feratê yên parêzgehên Riha û Dîlokê berhemanîna masiyan bûye sektoreke girîng a aboriyê.

Masiyên deqsor û masîxatûnkên li kêlgehên Dîlok û Rihayê tên berhemanîn ji bilî bazara navxwe ji Rûsya, welatên Ewropa û welatên Rojhilata Dûr re tên şandin.

Rêveberê Saziya Çandinî û Daristanê ya Dîlokê Mehmet Karayilan got:

“Niha masiyên me yên deqsor û masîxatûnk hinardeyî hemû cîhanê tên kirin. Eger em berhemanîna di nav vê qada golê de ya li Urfayê jî hesab bikin em li ser asta Tirkiyeyê yekemîn in.

Entab bi tenê jî li ser asta Tirkiyeyê her sal di rêza 8 û 9an de ye. Ev ji bo me berhemanîneke mezin e.”

Ava Çemê Feratê ji bo masiyan gelekî baş e. Masiyên deqsor ên li cihên din di 7-8 mehan de digihin 350 graman lê li vê derê di 4 mehan de dibin 350 gram.

Masîvan Emrah Yazar anî ziman:

“Li her derê ji bo ku masiyekî 5 gramî bibe porsiyoneke 350 gram 7-8 meh pêwîst in. Di nav vê avê de di 4 mehan de tê berhemanîn.

Masiyê somon ê 5 gramî jî li cihên din di navbera 18-24 mehan de tê berhemanîn, li vê derê di 12 mehan de tê berhemanîn.”

Li peravên Çemê Feratê yên Riha û Dîlokê 42 kêlgehên berhemanîna masiyan hene û li van kêlgehan salane nêzîkî 30 hezar ton masî tên berhemanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst