Makbule Ozera 81 salî dê dîsa bikeve girtîgehê

Hewlêr (Rûdaw) - Makbule Ozer a 81 salî bi rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) dê dîsa bikeve girtîgehê.

Dayika Kurd Makbule Ozer li gel hevjînê xwe yê Hadî Ozer 10ê Gulana 202yan bi hinceta "alîkariya PKKyê" li navçeya Artemêt a Wanê bi cezayê 2 sal û mehek girtîgehê hatibû girtin.

Piştî demekê li girtîgehê ma, ATKyê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nekarî bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne, biryara taloqkirina salekê ya cezaya girtîgehê da.

Makbule Ozer di 7ê Îlona 2022yan de hatibû berdan.

Saziya Tiba Edlî di raporaya xwe ya dawiyê ya derbarê Makbule Ozera 81 salî de ragihand ku “Dikara di girtîgehê de bimîne”.

Dozgeriya ji malbata Makbule Ozerê xwest ku wê radestç girtîgehê bikin.

Biryar e dayîka Kurd Makbulê roja duşemê dîsa bikeve girtîgehê.