Li Silêmaniyê asayişê dest bi ser 600 çek û 6 hezar guleyan de girt

Hewlêr (Rûdaw) - Asayîşa Silêmaniyê  ragihand ku wan di pêngavên cuda de dest bi ser 600 çekên weke kalaşnîkov û demançe û zêdetirî 6 hezar guleyan de girtine.

Rêveberiya Asayişa Silêmaniyê  ragihand ku roja 24ê Mijdara 2022yan de li xala kontrolê ya Silêmanî-Erbetê gumanbarek di dema pişkinîn û cibîckirinê rêkarên yasayî de hewl dide bi otomobîlê birêve, lê ew tê desteserkirin.  

Li gor daxuyaniyê piştî kontrola derket holê ku di otomobîla wî gumanbarê de bareke çek hebûya ku zêdeyî 250 demançe tê de hebû.

Asayîşa Silêmaniyê diyar kir ku piştî erêkirina dadger lêkolînên li ser dosyayê dest pê kirine û zêdetir agahiyên zêdetir bi dest xistine ku cihê depoyekê eşkere kirine bi sedan çek û bi hezaran gule û parçeyên pêwîst ên çekan tê de hebûne.  

Di operasyonê de bi hevkariya asayişa rojavaya Silêmaniyê li niahiya Tekyey a ser bi navçeya Çemçemalê di kêlgeheke ajeldariyê de, weke asayiş dibêje: “Dest bi ser bareke din a çekan a heman gumanbarî de hatiye girtin ku ji zêdeyî 300 kalaşnîkov û  demançe û herwiha bi dehan perçeyên çekan pêk dihat.”

Rêveberiya Asayişa Silêmaniyê  di heman demê de da zanîn ku kesê gumanbar bo dadgehê hate şandin.