Li Silêmaniyê asayişê dest bi ser 600 çek û 6 hezar guleyan de girt

30-11-2022
RÛDAW
Rêveberiya Asayişa Silêmaniyê  da zanîn ku kesê gumanbar bo dadgehê hate şandin.
Rêveberiya Asayişa Silêmaniyê da zanîn ku kesê gumanbar bo dadgehê hate şandin.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Asayîşa Silêmaniyê  ragihand ku wan di pêngavên cuda de dest bi ser 600 çekên weke kalaşnîkov û demançe û zêdetirî 6 hezar guleyan de girtine.

Rêveberiya Asayişa Silêmaniyê  ragihand ku roja 24ê Mijdara 2022yan de li xala kontrolê ya Silêmanî-Erbetê gumanbarek di dema pişkinîn û cibîckirinê rêkarên yasayî de hewl dide bi otomobîlê birêve, lê ew tê desteserkirin.  

Li gor daxuyaniyê piştî kontrola derket holê ku di otomobîla wî gumanbarê de bareke çek hebûya ku zêdeyî 250 demançe tê de hebû.

Asayîşa Silêmaniyê diyar kir ku piştî erêkirina dadger lêkolînên li ser dosyayê dest pê kirine û zêdetir agahiyên zêdetir bi dest xistine ku cihê depoyekê eşkere kirine bi sedan çek û bi hezaran gule û parçeyên pêwîst ên çekan tê de hebûne.  

Di operasyonê de bi hevkariya asayişa rojavaya Silêmaniyê li niahiya Tekyey a ser bi navçeya Çemçemalê di kêlgeheke ajeldariyê de, weke asayiş dibêje: “Dest bi ser bareke din a çekan a heman gumanbarî de hatiye girtin ku ji zêdeyî 300 kalaşnîkov û  demançe û herwiha bi dehan perçeyên çekan pêk dihat.”

Rêveberiya Asayişa Silêmaniyê  di heman demê de da zanîn ku kesê gumanbar bo dadgehê hate şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst