Li Amedê 2 bira û xwîşkekê canê xwe ji dest dan

30-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Erxeniyê ya Amedê di navbera du malbatên mirovên hev de ji ber jin revandinê şer derket û di encamê de  2 bira bi kêran hatin hatin kuştin. Jina hatibû revandin piştî ku bihîst du birayên wê hatine kuştin wê jî dawî li jiyana xwe anî.

Bûyer di 25ê Mijdarê de li Kolana Sirmen a Taxa Adnan Menderes a navçeya Erxeniyê pêk hat.

Li gor nûçeya AmidaHaberê, di navbera her du malbatên ku xizmên hev bûn de li ser mijara “jin revandinê” nîqaş derket. Nîqaşa devkî ya di navbera herdu malbatan de piştî demekê veguherî şerê bi kêran.

Du bira hatin kuştin

Birayê kesa hatî revandin ê bi navê  Ş.Y.G li cihê canê xwe ji dest da û birayê din ê bi navê  M.Ş.G jî bi giranî birîndar bû.

M.Ş.G 4 roj piştî dermankirinê li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Amedê, canê xwe ji dest da. M.Ş.G li gundê Pîr Ehmed li kêleka birayê xwe mezin bi axê hat spartin.

Jina ku tê gotin bi zorê hatiye revandin A.G jî duh bi şev piştî ku bihîst herdu birayên wê canê xwe ji dest dane, wê jî dawî li jiyana xwe anî.

Kesek hat girtin

Di çarçoveya lêpirsîna ku bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Amedê de destpêkirin de gumanbarên bi navê A.G., E.G., M.G., F.G. û M.G duh hatibûn desteserkirin.

Piştî îfadedayîna li Rêveberiya Ewlehiyê gumanbar birin Edliyeyê. Dadgehê derbarê M.G biryara girtinê da û 4 kes jî bi şertê kontrolê hatin berdan.

Ji aliyê din ve tîmên cendirmeyan 4 roj in li Gundê Pîr Ehmeê tedbîrên ewlehiyê yên berfireh digirin da ku bûyer di navbera du malbatên xizmên hev dernekevin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst