Li Mêrdînê çalakî û xwepêşandan bo dema 15 rojan hatin qedexekirin

30-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, hemû corên meş, civîn, çalakî û xwepêşandan bo dema 15 rojan hatin qedexekirin.

Li gor daxuyaniya parêzgariya Mêrdînê bo dema 15 rojan hemû çalakî, meş û kombûn bi îddîaya “parastina aramiya bajêr” hatine qedexekirin.

Li gor daxuyaniya parêzgariya Mêrdînê ji 30ê Mijdara 2022ê demjimêr 00:01 heta 14ê Mijdara 2022ê demjimêr 24:00 hemû çalakiyên wek xwepêşandan, meş, daxuyaniyên çapemeniyê, kombûn, greva birçîbûne, belavkirina belavokan, vedana çadiran hatine qedexekirin.

Di daxuyaniyê de tê îdiakirin ku PKKê ji bo xwepêşandan û çalakiyan ferman daye alîgirên xwe û biryara qedexekirinê bi armanca rêgirîkirina çalakî û xwepêşandanên alîgirên rêxistinê hatiye dayîn. Li parêzgeha Mêrdînê, dê tenê rê bo çalakî û daxuyaniyên ku parêzgarî û qeymeqamtî destûrê bidin, bê dayîn.

Qedexekirina çalakiyan ev çend sal in li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hincetên emnî tên ragihandin û dema wan qedexeyan berdewam tê dirêjkirin.

Piştî êrîşên esmanî yên Tirkiyê bo ser Rojava û Başûrê Kurdistanê, li bajarên Bakurê Kurdistanê nerazîbûn zêde bûn û hikûmetê jî yek bi yek qedexeya çalakiyan ragihand. Pêştir li Colemêrg, Riha, Çewlig, Amed, Şirnex, Wan, Bedlîs, Êlih û Dêrsîmê jî qedexeya çalakiyan hatibû ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst