Sêwas: Di nav zeviyekê de çaleke 20 metreyî çêbûye

Hewlêr (Rûdaw) - Ev demek e li hinek deverên Bakurê Kurdistanê erd diherife û çalên xwezayî çêdibin û dibin sedema tirsa xelkê deverê. Herî dawî li navçeya Hafîk a parêzgeha Sêwasê di nava 5 xulekan de çaleke kûr çêbû. Xelkê dengê gurmîna herifîna axê bihîstine û gelekî tirsiya ne. Pispor sedema çêbûna wan çalan bi liv û tevgerên di binê erdê ve girê didin.

Ev çal tenê di 5 çirkeyan de çêbûye. Ev der navçeya Hafîk a li parêzgeha Sêwasê ya Bakurê Kurdistanê ye di dema herifîna axê de beşeke welatiyan dengê wê bihîstine.

Ajeldar Fatîh Ruştu Sogancioglu anî ziman, “Min li vir ajel diçêrandin. Dema ligel ajelên xwe ber bi başûr ve diçûm, dengek hat min! Dengekî wiha bû ajel ziravqetandî bûn û ji hev belav bûn. Gurminiyeke wiha bû wek zinarek bikeve nav deryayê. Her cih bû toz û dûman. Destpêkê min nikarî nêzîk bibim.”

Muxtarê çend gundên navçeyê, serokê şaredariyê, qaymeqamê Hafîkê serdana vî cihî kirin û ragihandin ku ew dê planekê deynin bê ka çi li vê çalê bikin.

Ajeldar Fatîh Ruştu Sogancioglu got, “Çalek bi kurahiya 20 metreyan çêbûye. Min av nedît, bilez min ajalên xwe ji wê navçeyê dûrxistin û çûm. Destpêkê min ji xwediyê zeviyê re got û min ji muxtar re jî got.”

Çalên xwezayî ji ber tevlîhevbûna ava jêr zeviyê li gel karbondioksîdê çêdibe. Ji ber di van çalan de çend rengên bakteriyên taybet peyda dibin ku bawerî wiha ye sûdmend in bo berhemanîna penîr, li gelek cihan çalên bi vî awayî bi mebesta berhemanîna penîr tên bikaranîn û nayên tijîkirin.

Ev çaleke xwezayî ye li parêzgeha Karamanê ya Tirkiyê, kurahiya wê 35 metre ye û dirêjahiya wê jî 236 metre ye.

Li vir salane ji destpêka Nîsanê heta despêka Tebaxê penîr tê çêkirin.