Kerkûk: Xwendekarê Kurd ê ku pileya yekem bi dest xistibû, kuştî hat dîtin

30-11-2022
RÛDAW
Xwendekarê Kurd ê ku pileya yekem bi dest xistibû, kuştî hat dîtin
Xwendekarê Kurd ê ku pileya yekem bi dest xistibû, kuştî hat dîtin
Nîşan Kerkûk Xwendekar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xwendekarê zankoyê Ehmed Azad Asî yê ku ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve ji bo qedandina dibistana xwe bi serkeftî hatibû xelatkirin, li Kerkûk a Başûrê Kurdistanê bi guleyekê kuştî hat dîtin. Ehmed ê ku lîse bi Kurdî qedand, rojek e winda bû.

Ehmed Azad Asî yê ku lîseya Kurdî bi pileya yekem qedandibû, di nav wan xwendekaran de bû ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî xelat pêşkêşî wan kiribû ku di Cotmeha borî de pola 12an bi pileya yekem qedandibûn.

Li gorî agahiyên Berdevkê Polîsê Kerkûkê Emîr Şiwanî ji Rûdawê re ragihand, cenazeyê xwendekarê pola yekem a Fakulteya Yasayî ya Zankoya Kerkûkê Ehmed Azad Asî ku li ser Rehîmawa tomarkirî ye li nêzî Soma City hate dîtin.

Emîr Şiwanî diyar kir ku hatiye tesbîtkirin Ehmed Azad Asî yê rojek e winda ye, bi guleyeke ku li dilê wî ketiye canê xwe ji dest daye.

Berdevkê polîs amaje bi wê yekê jî kir ku 2 hevalên Ehmed Azad Asî yên ku guman li ser wan hene, hatin desteserkirin.

Di kamerayên ewlehiyê de hat dîtin ku herî dawî Ehmed Azad Asî bi 2 hevalên xwe re li otomobîlekê siwar bûye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di 20ê Cotmeha 2022an de xwendekarên ku xwendina xwe bi serkeftî qedandibûn xelat kir.

Di nav wan xelatgiran de Ehmed Azad Asî jî hebû ku lîseya Kurdî li Kerkûkê qedandiye. Piştî wergirtina xelatê bi demekê Ehmed Azad Asî li Fakulteya Yasa ya Zankoya Kerkûkê dest bi xwendina xwe kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst