Koşka Hikumdarê Merwaniyan li nav Sûrên Amedê

30-11-2021
RÛDAW
Di nav Sûrên Amedê de Koşka Hikumdarê Merwaniyan Ebû Tahir Yusuf bin Dimne hat dîtin
Di nav Sûrên Amedê de Koşka Hikumdarê Merwaniyan Ebû Tahir Yusuf bin Dimne hat dîtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, di nav Sûrên Amedê de Koşka Hikumdarê Merwaniyan Ebû Tahir Yusuf bin Dimne hat dîtin.

Di lêkolînên nav Sûrên Amedê de ku ji aliyê Zanîngeha Dicleyê ve dihatin kirin hat dîtin ku beşên Sûrê yên wek Birca 71emîn tê naskirin, Koşka Hikumdarê Dewleta Kurd a Merwaniyan Ebû Tahir Yusuf bin Dimne ye.

Serokê Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Dicleyê Dr. Oktay Bozan, diyar dike, “Ev der bircek bû an koşkek bû, heta niha ne diyar bû. Di xebatên me yên derbarê vê mijarê de me dît ku ev der ne birc e, koşk e. Ev koşk kengî hat avakirin? Ev koşk di sedsala 11an de hatiye avakirin. Di navbera salên 997 û 1025an de ji aliyê waliyê Amedê Ebû Tahir Yusuf bin Dimne ve hatiye çêkirin.”

Dîroknas Dr. Arafat Yaz jî ku pêştir cihê gora Hikumdarê Merwaniyan Nasirûddewle Mensûr û hevjîna wî Sitûnnas li nav Sûrên Amedê tespît kiribû, dibêje dema mirov zanyariyên dîroknasan tîne ba hev bi awayekî zelal derdikeve ku ev der Koşka Hikumdarê Merwaniyan e.

Dîroknas Dr. Arafat Yaz, dibêje, “Bi taybetî di navbera Dêra Saint George û koşkê de di bin axê de cihên din hene ku avahiyên berdewamiya koşkê ne. Wek zemînekê xuya dike, lê ne wiha ye dema hûn lê dinêrin hûn kemberên wan dibînin. Divê yekser li vêderê kolandin destpê bike û avahiyên di bin axê de bên derxistin.”

Dewleta Kurd a Mervaniyan ji aliyê Bad Bin Dostik ve li navçeya Farqînê ya Amedê sala 978an hatiye damezrandin. Merwaniyan Farqîn wek paytext bikar anîne û sînorên Dewleta Merwaniyan ji bakur li Xelatê destpê dike Bedlîs, Sêrt, Colemêrg, Mûsil, Cizîr, Nisêbîn, Serê Kaniyê jî di nav de, digihişt heta Rihayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst