Li Amedê ji ber mij û moranê geştên esmanî rawestiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê roja Sêşembê 30ê Mijdara 2021ê ji ber mij û moranê geştên esmanî rawestiyan.

Li gor agahiyan li parêzgehê ji ber ûmij û moranê geştên serê sibehê yên navbera Amed- Stenbolê û Amed-Enqerê dualî hatine betalkirin. Derbarê rewşê de rayedaran ragihandiye ku ji ber berdewamiya mij û moranê egera betalkirina geştên esmanî yên piştî nivro jî heye.

Îro 30ê Mijdarê Rêveberiya Saziya Keşûhewayê ya Herêmê derbarê egera berf û bahozê de jî daxuyaniyek belav kir û bo parêzgehên Wan, Colemêrg, Bedlîs û Muşê yên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û bahozê hat dayîn û bang li welatiyan hat kirin ku tedbîrên xwe werbigrin.

Li Stenbol û hejmarek parêzgehên din ên Tirkiyê 29ê Mijdara 2021ê bahoz rabû û di encam de 4 welatiyan canê xwe ji dest dan û 38 kes jî birîndar bûn û zerareke zêde ya madî jî çêbû, herwiha li 10 parêzgehan ji ber bahozê dibistan bo rojekê hatin rawestandin.