Feyleq el Şam êrîşî bajarokê Meydan Ikbis kir

30-11-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên ser bi Tirkiyê dest bi birîna daran li Erfînê kirine, metirsiya birîna 4 hezar darên zeytûnan li nahiya Reco ya Efrînê heye.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand roja Yekşemê çekdarên grûpa bi navê Feyleq el Şam êrîşî bajarokê Meydan Ekbis kirin.

Heman çavkaniyê diyar kiriye, mebesta wan çekdaran ji vê gavê ew bû ku rê li ber cotkaran bigirin û nehêlin biçin nav zeviyên xwe.

Li gorî zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, heta êvara derbasbûyî birrîna daran ji aliyê çekdaran ve li wê deverê berdewam bûye.

Berî çend rojan jî Rûdawê raportek derbarî birrîna darên Efrînê ji aliyê çekdaran ve belav kiribû û li gor zanyariyên vê raportê, komên çekdar darên zeytûnê li Efrînê dibirrin û ji bo firotinê wan dibin Idlibê.

Ji destpêka kontrolkirina herêma Efrînê ji aliyê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê, gelek raport derbarê birrîn an şewitandina darên herêma Efrînê de, hatine belavkirin.

Mistefa Şêxo, çalakvanê Kurd ku xelkê bajarokê Şiyê ye û dosyeya birrîn û şewitandina daran bi belge dike, têkildarî vê yekê ji Rûdawê re gotibû, “Ji roja Efrîn hatiye dagirkirin ta niha nêzikî milyonek û 225 hezar dar hatine birîn li gor rêxistina mafên mirov. Temenê hinek daran  100 sal e.”

Herêma Efrînê ji Adara 2018an ve di kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst